• Armancên Hevbendiyê
  • Hêmanên Hevbendiyê

Saturday, 25 June , 2022
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Siyasî
    • Dîdara Taybet
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Serokê Hevbendiyê Kongirekî Rojnemevanî li gel Rojnamevanên Piştpêraskirî li bal Netewên Yekbûyî Lidar Dixe

February 3, 2021
in Nûçeyên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Serokê Hevbendiyê Kongirekî Rojnemevanî li gel Rojnamevanên Piştpêraskirî li bal Netewên Yekbûyî Lidar Dixe

Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, li baregeha Hevbendiyê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê kongirek rojnemevanî ji dûr ve li gel Yekîtiya Rojnemevanên Pesendkirî li bal Netewên Yekbûyî (AKANO) lidar xist, û tê de li ser rewşa mirovahî di dema belavbûna vîrosa korona de û dubarekirina operasyonên terorristî dermafê sivîlan û giringiya serbestberdana girtiyan û eşkerekirina çarenûsa wan û encamên xola pêncemîn ya Komîteya Destûrî ya hêvî sar kirine axivî.

Û Elherîrî tekez kir ku rijêma Esed ti pêngavên cidî berve çareya siyasî li ser cûrbecûr astan pêşkêş nekirine, û got ku pirosesa siyasî sebaret bi rijêmê tenê şêweyek bo windakirina demê bû, daku karibe li ser civaka navdewletî ji nû de di riya operasyonên leşkerî yên xwîndar dijî sivîlan re xwe verz bike.

Û Elherîrî diyar kir ku şandê Desteya Danûstandinê ya Sûrî bi rengekî cidî û erênî tevlî xebatên xola pêncemîm ya Komîteya Destûrî ya Sûrî bû, lê nûnerên rijêmê ne bi serê xwe bûn, ji ber ku ew tenê alav in û amûrên ewlehî wan dilvînin, û ew nikarin derveyî fermanên ji derve ve tên tevgerê bikin.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser astengkirinên rijêma Esed, û erêniya şandê Destya Danûstandinê, û got ku ew name ye bo civaka navdewletî, û xuya bû ku di vê rewşê de doseya sûrî ti pêngavê berve pêşde naçe, û tekez kir ku dosye gihîşte dawiya rê.

Û Elherîrî cext kir ku bijardeya piratîk ya bedrest di riya bikaranîna madeya 21 ji biryara 2118 ya girêdayî sepandina tedbîrên piratîkî dijî rijêmê li gor beşê heftemîn tê.

Û ji dewletên çalak di doseya Sûriyê de daxwaza kartêkerkirina madeyê bi awayekî guncaw bo misogerkirina cîbicîkirina çareya siyasî li gor biryara 2254 û mîkanîzma çavdêriyeke navdewletî ya vebir kir, daku hemû xebatên Emrîkî û Ewropî û Erebî û Tirkî têde yekrêz bin, heyanî ku ti derfetên lîstik û astengkirinê ji rijêmê re nehêlin.

Û Elherîrî got ku ti hêviyên pirosesên siyasî yên serkeftî tune ne, bêyî guhartina di helwestên navdewletî de, û stratîciyeke tam bo hemû aliyên aloziyê derdixin deyne, û rawestandina tewanên rijêmê û serbestberdana girtiyan û misogerkirina veguhestina siyasî li gor daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmar 2118 û 2254, her weha li gor biryara Civata Giştî ya Netewên Yekbûyî hejmar 262/67 yaku têde avakirina desteya deshilata veguhêz tevî desthilatên serokatî û hikûmetê hebe.

Û Elherîrî şiroveyek li ser rewşa mirovahî li bakurê sûriyê û kampa Elrukban û karê mezin yê ku Wezareta Tenduristiyê di Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rûbirûbûna vîrosa korona de pê radibe pêşkêş kir.

Û Elherîrî li ser rewşa aborî ya dijwar li welêt axivî, û cext kir ku rijêma Esed sedema vê rewşa xirab e, ji ber ku hîn xwe ji çareya siyasî dide alî, û pereyên welêt di operasyonên leşkerî de xerc dike.

Û bal kişand ser rola bobelatî ya Îran û milîsên wê yên mezhebî li sûriyê û deverê, her weha tewanên ku milîsên PYD û endamên rêxistina PKK ya terrorîst dermafê sivîlên rojhilatê ferêt pêk tînin, û tekez kir ku derketina tevaya milîs û girûpên terrorîst ji welêt giringtirîn hîme ji çareya siyasî re, bo vegerandina ewlehî û aramiyê.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Posts Related

Sersaxiya Koça Dawîn ya Zanayê Mezin ê Tirk Şêx Mehmûd Efendî

June 23, 2022
Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Vekirina Lêpirsînê Derbarê Dijminkariya li Ser Penaberên Sûrî li Libnanê Dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Vekirina Lêpirsînê Derbarê Dijminkariya li Ser Penaberên Sûrî li Libnanê Dike

June 23, 2022
Load More

Nûçeya Îro

No Result
View All Result

Me Bişopîne

  • 608.2k Fan
  • 115.3k Follower
  • 13k Subscriber
  • 6.1k Follower
  • 7 Follower

Tevlî me bibe

[]
1 Step 1

Bi tevlîbûna lîsteya me ya berîdê, tê giringtirîn nûçe û bûyerên Sûriyê bibîne.

Tevaya agahiyan dagire da tu nûyên me bibîne.

keyboard_arrow_leftPrevious
Nextkeyboard_arrow_right
FormCraft - WordPress form builder

Nûçeyên Hevbendiyê

Hevbendiya Niştimanî Daxwaza Vekirina Lêpirsînê Derbarê Dijminkariya li Ser Penaberên Sûrî li Libnanê Dike

Hevbendiya Niştimanî: Rijêma Esed Kiryarên Xwe bi Dirêjiya Salên Berê Neguhartin û Nejî Diguhêre, Ji Ber Ku Ew Li Ser Terorê Ava Bûye

Hevbendiya Niştimanî: ji Ber Bandora Îranê û Milîsên Hizbullah Hikûmeta Libnanê Nikare Qeyranê Birêve Bibe

Desteya Jinê ya Sûrî Rûniştineke Diyalogî û Gotûbêjî Derbarê Lêpirsîn û Sizayan di Destûrê de li Dar Dixe

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

Copyright (c) National Coalition of Syrian Revolution and Opposition Forces All rights reserved.