Ofîsa Jinê di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de bi Hevkariya li gel Partiya Komarî ya Sûrî, asta yekemîn ji xola ewlehiya agahiyan û parastina agahiyên ilktironî û ewlehiya malperên kesayetî û parastina taybetmendiyê di dema bikaranîna entirnêtê de bidawî kir.
Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Berpirsa Ofîsa Jinê di Hevbendiyê de, Ruba Hebûş, got ku giringiya vê xola rahênanê ji pêwîstiya ewlehiya agahiyan bo her kesên ku di warê agahiyan û entirnêtê de dixebitin tê, nemaze di dema belavbûna artêşên elktironî yên dijber de, yên dixwazin derbasî malper û e.mailên kesayetî bibin, daku agahiyan ji wan werbigrin an sîxuriyê bikin, û got ku ev xol zanyariyên pêwîst bo bikaranîna ewle ji entirnêtê re bi gelemperî pêşkêş dike.
Û Hebûş got ku riklama derbarê lidarxistina xolê ji aliyê Ofîsa Jinê di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de li gel pirojeyê “Ewlehiya Te” di riya ofîsa rahênan û çalakiyê di Partiya Komarî ya Sûrî de hate ragihandin, û got ku ofîs dê bixebite daku xolên rahênanê bo jinan li bakurê Sûriyê bi hevkariya li gel sazî û rahênerên pispor bi armanca amadekirina pîşeyî û rojnemevanî û siyasî û hînkirinê li deverên rizgarkirî pêşkêş bike.
Û asta yekemîn ya vê xolê di pêşiya heyva çirya pêşî 2020 dest pê kir, û di destpêka kanûna pêşî ya 2020an de bidawî bû, û 35 kes amade bûn, û derdora du heyvan berdewam kir, û her hefteyekê du caran bû, bi giştî 16 semînar di du heyvan de hatin pêşkêşkirin.
Û Hebûş bal kişand ser ku asta yekemîn ji xola rahênanê bi çalakiyeke berçav bû piştî serkeftina 12 kesên beşdar di ezmûnê de, her weha çûna wan bo asta duyemîn, û bal kişand ser ku belgenameyên vê xolê dê ji aliyê Ofîsa Jinê û Partiya Komarî ya Sûrî û pirojeya “Ewlehiya Te” pesendkirî bin û werin pêşkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî