Tora Sûrî ya Mafên Mirovan 167 girtiyên kotekî di çirya paşî ya 2020an de belge kirine, 2 jê zarok û 3 jin bûn, û bal kişand ser ku hejmarek ji wan girtiyan berî bi demekê ji zîndanên rijêmê hatibûn berdan.
Tora Mafnasî di rapora xwe ya ku doh derkertiye de tekez kir ku hêzên rijêmê di heyva bûrî de di girtina welatiyên Sûrî de li ser nerînên wan yên siyasî ranewestiyaye, û got ku hin welatî bi sedema rexneyên wan li rewşa jiyaneyê ya dijwar li deverên di bin kontirola rijêmê de hatin armanckirin.
Û raporê diyar kir ku ne kêmtir ji 167 kesan di heyva borî de li ser destê hêzên ku Sûiyê kirine bin kontirola xwe hatine girtin, 2 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn, û got ku 82 girtî û yek ji wan jin e li ser destê hêzên rijêmê bûn, 71 kes jê bûn niçavkiriyên kotekî, û 36 di nav de 2 zarok li ser destê milîsên PYD hatine girtin, jê 28 bûne binçavkiriyên kotekî.
Û raporê girtina 17 kesan li ser destê Heyet Tehrîr Elşam , 11 ji wan bûn binçavkiryên kotekî tomar kir, û 32 girtî li ser destê aliyin çekdar di nav de jinek belge kir, û got ku 22 kes ji wan bûn binçavkiriyên kotekî.
Û raporê bal kişand ser ku yên hatine binçavkirin di heyva borî de li gor parêzgehan, bêhtirê girtiyan li parêzgeha Helebê bûn, û bi dû de Dêra Zorê û pişt re Idlib bû.
Û raporê daxwaza cîbicîkirina biryarên Encûmena Ewlekariyê kir, nemaze biryara hejmar 2042 yaku di nîsana 2012 derketîye û ya hejmar 2043 yaku di 21 nîsana 2012 derketîye û yaku di 22 reşmeha 2014 derketîye, ji bo danîna sinirekî li pêşiya binçavkirina kotekî.
Û Tora Mafên Mirovan di rapora xwe de cextî li ser pêwîstiya serbestberdana zarok û jinan û rawestandina girtina malbatan wek rehîneyên şer kir, û daxwaz ji berpirsê dosyeya girtiyan di Ofîsa Nûnerê Netewên Yekbûyî de kir, ku mijara girtiyan di civînên Cenevê de were gengeşekirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî