Ofîsa Karûbarê Penaberên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de, Komîteyekê bo şopandina karûbarê penaberên Sûrî li Libnanê ava kir, nûnerin kampên Sûrî yên li ser xaka libnanê tê de hene.
Penaberên Sûrî li Libnanî rastî gelek binpêkirin û pirsgirêkan tên, hinek jê ji ber daxuyaniyên nijadperestî ji hêla hin siyasiyên Libnanê derdikevin, û bi ser de mehrûmkirina wan ji mafên xwe yûn sereke yên ku yasaya navdewletî ji penaberan re misoger dike, wek mafê parastinê, jiyaneke birûmet, perwerdehî û dermankirinê.
Û li gorî raporên gihîştine ber destê Ofîsa Karûbarê Penaberan, nêzî 2000 malbatên Sûrî li devera Irsal alîkariyên mirovahî yên Netewên Yekbûyî pêşkêş dike wernagrin, her weha hebûna derdeseriyên pizîşkî yên mezin, û tevaya penaberên Sûrî li Libnanê rastî dijwariyan di warê çareserkirin û rêşûnên operasyonên pizîşkî de tên.
Û ji aliyê perwerdehiyê ve, dibistanên Libnanî nikarin hejmarek mezin ji xwendekarên Sûrî bihewînin, herweha rabûna desaleta Libnanî bi girtina tevaya dibistanên Sûrî, tevî tunebûna rêçên perwerdehiyê yên din di hundir kampan de.
Û Ofîsa Karûbarê Penaberan hejmarek ji doseyên kar nîşan kirin, û di serî de civîna li gel berpirsin ji Netewên Yekbûyî, daku pirsgirêkên penaberên Sûrî li Libnanê berçav bike, û çareyên guncaw jêre bibîne.
Û Komîte hat erkdarkirin bi pêkanîna serjimarekê derbarê malbatên rastî tengasiyan li Libnanê tên, û wan serjmariyan radestî Netewên Yekbûyî bikin, her weha daxwaza çareseriya pirsgirêka veguhastinê ji Netewên Yekbûyî bike, û ruxsetê bide penaberên Sûrî yên kaxeta Netewên Yekbûyî pêre hene da bi rengekî azad bigerin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî