Ofîsa Têkliyîn derve di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, civîna xwe ya rolane lidar xist, û nerîna xwe û pilana karê xwe ji bo qonaxa bê gengeşe kir.
Û di civînê de Nûnerên Hevbendiya Niştimanî li Tirkiyê û Qeter û Misrê beşdar bûn, her weha Ofîsa Têkliyên derve di Hikûmeta Sûrî ya Demkî de, bi amedebûna Serokê Hevbendiyê Nesir Elherîrî.
Û amadebûyan behsa erkê balyozxane û avahiyên ku nûnertiya Hevbendiya Niştimanî dikin kirin, û tekezî li ser rola wan di xurtkirina têkliyên Erebî û Herêmî û Navdewletî bo Hevbendiya Hiştimanî kirin, behsa şopandina karûbarên Sûrîyên li ser xaka Tirkiyê dijîn kirin.
Û amedebûyan hejmarek ji pêşniyar û ramanan bo pêşxistina karê Ofîsan li gorî guhartinên navdewletî berçav kirin, û paş re nûnerên balyozxane û ofîsên nûnertiya Hevbendiyê dikin, raporên karê xwe pêşkêş kirin, û balyoz û nûneran astengiyên rastî wan tên û asoyên kar yên bedrest li pêşiya wan bo xizmeta şoreşa Sûriyê û penaberên sûrî anîn ziman.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî