Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, rapora karê Ofîsê yê herdû heyvên bûrî pêşkêş kir, û têde li ser rewşa penaberên Sûrî li Îraq, Libnan, Tirkiyê û dewletên din axivî, û tiştê ku penaber li wan dewletan rastiyê tên û şopandina karûbarê wan berçav kir.
Û Idrîs li ser tiştê ku Hikûmeta Îraqî li vê dawiyê kiriye nemaze dersînorkirina sê penaberên Sûrî û radestkirina wan bo rijêma Esed û pabendnebûna Hikûmeta Îraqê bi yasayên navdewletî axivî, her weha behsa berdewamiya girtina bidehên Sûriyan ji hêla desthilatên Îraqê ve, ku jin jî di nav wan de hene, di girtîgeha belgeyên niştecîbûnê de li firokexaneya Bexdayê ya navdewletî kir.
Û Idrîs li ser ketwarê penaberên Sûrî yên li deverên Tirkiyê yên rastî erdhejê hatine dijîn û pirsgirêka bidawîhatina destûrdanên rêwîtiya wan û pêwîstiya nûkirina destûrdana rêwîtiyê bo penaberan nemaze yên ku ji deverên ku erdhejê lê daye çûne tevaya îyaletên dîtir yên Tirkiyê, her wiha giringiya dana konteneran bo sûriyên ku malên wan di erdhejê de wêran bûne, axivî.
Û cextî li ser pêwîstiya gengeşekirina mijara dersînorkirinê li gel aliyê Tirkî kir, û li ser berdewamiya helmetên dewrewan û nijadperestiyê li dijî sûriyan ji hêla hin kes û aliyên ku rikberiya Hikûmeta Tirkiyê dikin ve, yên ku kaxeza penaberan bo gurkirina raya giştî li Tirkiyê bikar tînin.
Û rapor li ser niyeta Hikûmeta Libnanê ya ku dixwaze bi hevkariya li gel rijêma kuştin û tawanê ya Şamê penaberan vegerîne, û girtiyên Sûrî yên di zîndanên Libnanê de radestî rijêmê bike, û berdewamiya amûrên ewlekariyê yên Libnanî di pirkirina helmetên girtin û dersînorkirina sûriyan de, û astengiyên ji karê Pirograma Komîseriya Bilind a Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan di warê dabeşkirina alîkariyên diravî li ser penaberên Sûrî ji hêla Hikûmeta Libnanê ve, axivî.
Û raporê behsa şopandina helmeta dadweriyê bo qurbaniyên keştiya li Yonanistanê noq bûye kir, û got ku Hevbendiya Niştimanî nivîsek fermî ji xaça sor a navdewletî û Yonanistanê re şandiye, û piştgiriya rojnamevanî bo tîma xwebexiş pêşkêş kiriye, û nûnerên Hevbendiyê yên li Ewropa dimînin serdana Yonanistanê bo vê mijarê kirine.
Û raporê bal kişand ser rewşa derbideran li bakurê Sûriyê, nemaze di dema kêmbûna xwarin û avê de, û daketina asta hînkirinê û kêmbûna hejmara dibistanan ji ber erdhejê û belavbûna nexwaşiyên demdirêj wek penceşêrê û nekarîna çareserkirina nexwaşiyên wan li Tirkiyê an bidestxistina dermanên pêwîst, ku ev yek dibe sedema xerabûna rewşa wan ya tenduristî û mezinbûna derdeseriyên wan.
Û Raporê tekezî li ser komek ji pêşniyaran kir, wek şandina nameyên pêwîst derbarê radestkirina Iraqê ji penaberên Sûrî re bo rijêmê, û cîbicîkirina daxwazên girêdayî bûyera noqbûna keştiyê li perava Yonanistanê, û pêwîstiya ku Hikûmeta Demkî li ser sivikkirina derdeseriyên derbideran kar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî