Ofîsa Karûbarê Penaberan rapora xwe ya salane li pêşiya Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di civînên desteyê yên niha yên gera 54emîn pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ednan Rehmon şiroveyek li ser karê ofîsê di şopandina kêşeyên penaberên Sûrî de li cûrbecûr dewletên penaberiyê û karê wê li ser çareserkirina kêşeyên wan û çakirina rewşa wan ya yasayî pêşkêş kir.
Û Rehmon hin serhejmariyên ji aliyê Komisyona Bilind ya Karûbarê Penaberan û navendên lêkolînerî ve derketine berçav kirin, û got ku têde hejmara penaberên Sûrî û belavbûna wan baş diyar e, û eşkere kir ku navendên lêkolîn û serhejmariyê xuya kirin ku 6 kes ji her 10 welatiyan ji ber sedemên cuda cuda ji malên xwe derketine, û got ku di deh salên bûrî de li ti dewletan wek vê rêjeya derbiseriyê çênebûye.
Û Rehmon li ser rewşa penaberan li welatên penaberiyê axivî, û bal kişand ser binpêkirinên mezin yên ku dermafê penaberan li hin dewletan û nemaze li Libnanê pêk tên, û tekez kir ku divê Netewên Yekbûyî berpisyariyên xwe yên parastina penaberan hilgire, her weha nehêle ku operasyonên dijminkariyê dermafê wan dubare bibin.
Û Rehmon tekez kir ku vegera penaberan bi pêkanîna veguhestina siyasî û dabînkirina jîngeha aram li welêt girêdayî ye, û got ku penaberên Sûrî naxwazin vegerin ger çareya siyasî çênebe, daku ewlehî û aştiya wan misoger bibe, û maf û rûmeta wan bênte parastin.
Û Rehmon bal kişand ser ku daxwazên Rûsî bo vergera penaberên Sûrî têk çûn, ji ber ku wê hewil da ku ji nû de rijêmê bi ser bixe, û mercên veguhestina siyasî têde tune bûn, û wê piştgirî ji aliyê çi dewletê wernegirt.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî