Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola xwe ya normal ya 60î, yên niha lidar dikevin de, pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ednan Elrehmon, diyar kir ku Ofîs doseyên penaberan li dewletên penaberiyê dişopîne, û raporan li ser giringtirîn lêkolîn û nûjentirîn serjimariya hejmara penaberên Sûrî di riya karê Yekîneya Şopandinê re amade dike, her weha çîrokên serkeftina sûriyan li dewletên penaberiyê û giringtirîn nûçe û dozên girêdayî bi rewşa yasayî û civakî û mirovahî ya penaberên Sûrî dişopîne.
Û Elrehmon çalakî û karên ku Ofîs di herdû heyvên bûrî de pê rabûye berçav kirin, û li ser hevdîtinên ku li gel Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkiyê û hejmarek ji sazî û komeleyan li Tirkiyê bo çareserkirina kêşeyên sûriyan lidar xistine axivî.
Û Elrehmon bal kişand ser ku ofîsê di weorkşopekê de bi navê: “Dadweriya veguhêz di pêvajoya sûrî de di navbera ketwar û cîbicîkirinê de” li baregeha Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li bajarê Efrînê yê gundewarê Helebê beşdarî kir.
Û Elrehmon bal kişand ser ku Ofîsa Karûbarê Penaberan li ser şopandina rewşa derbider û koçberan kar kir, û bi gereke meydanî li ser sazî û komeleyên Sûrî ji derbideran weke Kombenda Koçberên Helebê û Kombenda Koçberên Filestîniyên Sûrî û koçberên ji gundewarê Şamê rabû.
Û Elrehmon temînî li endamên Desteya Giştî kirin ku pêwîst e name bo Netewên Yekbûyî û Komisyona Bilind a Netewên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan bişînin, daku tekeziyê li ser mafên penaberên Sûrî yên di yasa û urfên navdewletî de hatine bibe, û cextî li ser giringiya parastina penaberan ji kiryarên vegerandina bi kotekî kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî