Ofîsa Karûbarê Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola xwe ya normal a 61ê, yên ku niha li dar dikevin de, pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ednan Elrehmon, diyar kir ku Ofîs doseyên penaberan li dewletên penaberiyê dişopîne, û raporan li ser giringtirîn lêkolîn û nûtirîn serjimariya penaberên Sûrî di riya karê Yekîneya Şopandinê re amade dike, her weha çîrokên serkeftina sûriyan li dewletên penaberiyê û giringtirîn nûçe û dozên girêdayî bi rewşa yasayî û civakî û mirovahî ya penaberên Sûrî dişopîne.
Û Elrehmon çalakî û karên ku Ofîs di herdû heyvên bûrî de pê rabûye berçav kirin, û li ser hevdîtinên ku li gel Waliyê Îyaleta Osmaniyê û Rêvebiriya Koçberiyê ya Îyaleta Gezî Entabê û Alîkarê Rêvebirê Rêvebiriya Koçberiyê ya Tirkiyê Serdar Onal daku rêşûnên nû yên ku Wezareta Navxwe ya Tirkiyê biryar pê dane, her weha şopandina rewşa sûriyan li tevaya Îyaletên Tirkiyê, axivî.
Û Elrehmon bal kişand ser ku Ofîsa Karûbarê Penaberan, kar li ser şopandina rewşa derbider û penaberan û serdana hejmarek ji kampên li bakurê Sûriyê û kampa Berdereş ya penaberên Sûrî li parêzgeha Dihokê li Herîma Kurdistana Îraqê kir.
Û Elrehmon bal kişand ser ku Ofîsa Karûbarê Penaberan rûniştinek lêkolînî li gel Netewên Yekbûyî li ser derbideriya Sûriyan û çareserkirina êşan wan li dar xist, û giringtirîn encamên ku amadebûyên wê rûniştinê gihiştinê berçav kirin.
Û Elrehmon eşkere kir ku ofîsê beşdarî di workşopa ku Tora Sûrî ya Mafên Mirovan derbarê awarebûna kotekî li Sûriyê li dar xistiye kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî