Û Hevrêzkarê Ofîsa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Selîm Idrîs, raporta karê ofîsê pêşkêşî Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî kir, têde behsa karûbarên penaberên Sûriyê li herêma Kurdistana Iraqê û Libnanê kir, herweha li ser penaberên filistînî rawestiya, û behsa erdheja ku di şeşê heyva bûrî de li Sûriyê rûdaye kir.
Ê raporê bal kişand ser encamên vekişîna rêxistinên navdewletî yên têkildarî penaberan li Herêma Kurdistanê, bi taybetî Rêxistina Xwarinê ya Cîhanî, û bal kişand ser ku hejmareke mezin ji mamostayan karên xwe yên di karta hînkirinê de ji dest dane, bi sedema tevlêkirina penaberan di nav sîstema hînkirinê ya herêmê de.
Û raportê bal kişand ser derdeseriyên penaberên Sûrî li Libnanê ji encama hilweşîna rewşa aborî ya Libnanê û yasayên ku piştî wê hilweşînê derketin, û bihayên giran ên keresteyên bingehîn û mûçeyên kêm û nebûna tam a kontrolkirina rasteqîn û gelek pirsgirêkên din, her weha pirsgirêkên kampan û sektora perwerdeyê li Libnanê.
Û raporê bal kişand ser banga Ajansa Hawarçûna Penaberên Filistînî (UNRWA) ya derbarê biserxwevhatina zû piştî encamên erdheja li Sûriya û Libnanê daye, û serjimarên qurbaniyên Filistîniyên Sûrî yên ku di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane, û behsa binpêkirinên ku dijî penaberên Filistînî li Bulgarîstanê pêk hatine dema hewl didan xwe bigihînin Ewropayê kir.
Û Rapora Ofîsê anî ziman ku rêjeya bersivdana mirovî li deverên rizgarkirî beriya erdhejê gihiştibû 56,8%, û ji bo hemû beşên mirovî giheşte 48,3%, û derbarê kesên ku ziyan ji bobelatê dîtine 18,67%, û berpirsyariya kêmbûna bersivdanê li bakurê rojavayê Sûriyê da ser milê Netewên Yekbûyî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî