Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporta xwe ya salane de bi helkefta 8ê adarê Roja Cîhanî ya Jinan de, eşkere kir ku erdheja ku li bakurê rojavayê Sûriyê xistiye, rewşa trajîdî ya jinan li wê derê kûrtir kir, û ne kêmtir ji 35 hezar jin bêwar hiştin.
Û rapora Tora Mafnasî, ji adara 2011 heta adara 2023, kuştina ne kêmtir ji 16,298 jinan li Sûriyê, yên ku 11,957 ji wan li ser destê hêzên rijêma Esed hatine kuştin, tomar kiriye. Û bal kişand ser ku rijêm di ber kuştina derveyî yasayê de bi rêjeya 74% de berpisyar e.
û raporê eşkere kir ku 977 jin li ser destê hêzên Rusya hatine kuştin, û 587 li ser destê DAIŞê, û 79 jin li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 658 jin bi destê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, û 169 jin jî li ser destê milîsên PYDe.
Û raporê kuştina 1,871 jinên ku li ser destê hêzên çekdar yên dî hatine kuştin, tomar kir.
Û Raporê anî ziman ku ne kêmtir ji 10,169 jinan hîn li ser destê hêzên desthilatdar li Sûriyê, ji adara 2011an ve, binçavkirî an windakiriyên kotekî ne, û di nav wan de 8,473 li bal rijêma Esed in, 255 li bal DAIŞ in, û 44 li bal Heyet Tehrîr Elşam in, 873 li bal hêzên çekdar ên dîtir in, û 524 jin li bal mîlîsên PYDe ne.
Û raporê kuştina ne kêmtir ji 113 jinan bi sedema îşkencekirina li ser destê hêzên serdest li Sûriyê belge kir, ku 94 ji wan ji aliyê hêzên rijêmê ve, 14 ji aliyê DAIŞê ve, 1 ji aliyê milîsên PYDe ve, û 2 ji aliyê hêzên çekdar yên din ve hatine kuştin.
Û raporê bal kişand ser ku erdheja di 6ê sibata 2023an de ya ku li gelek deverên Sûriyê û başûrê Tirkiyê xistiye, bû sedema awarebûa ne kêmtir ji 35 hezar jin li hundirê Sûriyê, û 1524 jin jî ji ber erdhejê û derenghatina alîkariyên Netewên Yekbûyî û yên navdewletî ji 6ê Sibata heta 27ê Sibata 2023ê, jiyana xwe ji dest dan, 13 jinên ku di rêxistinên mirovî de kar dikirin di nav wan de bûn, 22 jin ji kadroyên bijîşkî û jinek jî ji kadroyên Berevaniya sivîl bû.
Û rapora Mafên Mirovan bang li civaka navdewletî û Encûmena Ewlekariyê kir ku parastin û alîkariya jinan û penaberên bi darê zorê ji cih û warên xwe derketine bike, û hemû rêşûnên yasayî, siyasî û darayî li dijî rijêmê û hevalbendên wê û hemû kesên binpêkirin li Sûriyê pêk anîne bistîne.
Û ji aliyê xwe ve Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe ya bi vê boneyê de got: “Di dema ku tevaya gelên cîhanê ahengan bi xelatkirina jinan û pîrozkirina wan li dar dixin, bihezaran jinên Sûrî bi sedema helwestên wan ên li dijî rijêmê û piştgiriya wan ji şoreşa Sûrî re, di zîndanên rijêma Esed de ne, û rastî binpêkirinên berdewam, îşkence, tundûtûjî û dijminkariyê tên, bêyî ku çi saziyeke navnetewî an navdewletî bizavê bike ji bo wan ji hovîtiya rijêmê rizgar bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî