Kordînatorê Ofisa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî ya karûbarên penaberan û endamê Komîta Hevbeş ya Sûrî-Tirkî, têkiliyek bi têlefonê bi cîgirê rêveberiya giştî ya koçberiyê “Gokceh Ok” re kir, û bi wî re rewşa Sûryên li Tirkiyê û nûçeya li ser mebesta rêveberiyê ji bo rawestandina nûkirina belgeya rûniştina geştiyaran gotûbêj kir.
Cîgirê rêveberiyê bi tundî ew nûçe red kir, û da zanîn ku çi rastiyek wisa nîne, û tekez kir ku rêveberî berdewam e li ser heman rêşûnên nûkirinê yên hatine pejirandin.
Wî diyar kir ku tişta ku duh li ser ragihandin û medyaya civakî hatibû weşandin, biryarek pir kevn e ku berî damezrandina Ofisa Koçberiyê ye û Sûriyan bi xwe ve nagire.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî