Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro çarşemê, raportek derbarê pêşhatên helwêstên Erebî, Tirkî û navdewletî li pêşiya Desteya Siyasî ya Hevbendiyê pêşkêş kir, têde behsa metirsiyên bihêzkirina Îranê li Sûriyê û bandora neyînî ya berfirehkirina wê li ser herêmê kir.
Û Hevrêzkarê Ofûsê, cextî li ser pêwîstiya pêşkêşkirina destpêşxeriyên lêkolînkirî, zelal û ketwarî yên gengaz bin ku li deverên rizgarkirî cîbicî bibin, bi rêya pêşkêşkirina nimûneyeke hikumdariyê re, da ku têkeve xizmeta berjewendiya sûriyan li wan deveran, kir.
Û Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan, di dawiya rapora xwe de komek pêşniyar anîn ziman, di nav wan de hewldana pêkanîna pêwendiyan bi dewletên ereb re, da wan dewletan han bidin li ser ku têkliyên bêsûde bi rijêma ku nikare çi tiştî ji wan re pêşkêş bike asayî nekin.
Û got ku bêhtir ji nîvê xelkê Sûriyê li derveyî deverên di bin kontrola rijêmê de dijîn, û ji berjewendiya dewletên ereb e ku beşdariyê di peydakirina çareseriyekê ku ne li ser hesabê vî gelî be de bikin, ji ber ku ev yek dê aramiyê li Sûriyê û deverê pêk neyne, û fişarê li rijêmê bikin da vegere prosesa Cinêvê û biryarên navdewletî cîbicî bike.
Û daxwaza liv û tevgerê ber bi dewletên biyanî ên rojavayî yên ku asayîkirina têkliyan bi rijêma Esed re red dikin kir, da destpêşxiriyên bibandor ji wan re pêşkêş bikin ji bo peydakirina çareseriyeke siyasî û pêkanîna berjewendiyên Sûriyan li gorî biryarên navdewletî û cîbicîkirina biryara 2254.
Û Raporê tekezî li ser pêwîstiya berfirekirina diyaloga di navbera hêzên opozisyona Sûriyê de kir, da ku helwesteke yekgirtî ya bihêz ragihînin, û dest ji daxwazên gelê Sûriyê di azadî û rûmetê de bernedin, û nehêlin ku careke dî ew gel têkeve bin destê rijêma Esed de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî