Ofîsa Partî û Hêzên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Encumena Sûrî ya Guhertinê lidar xist, daku behsa pêşketinên rewşa meydanî li Deraa û pêşhatên pirosesa siyasî li Sûriyê bikin.
Û di civînê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve, Hevrêzkarê Ofîsê Ebdela Gedo û Endamên Ofîsê Farûk Teyfor, Ehmed Remedan û Mihemed Digêm amade bûn, û ji aliyê Encumena Sûrî bo Guhertinê Serokê Encumenê Şêwirdar, Hesen Elherîrî, û Endamên Desteya Giştî, Eymen Elzuhbî û Husam Elbirim û Emîd Munîr Elherîrî beşdar bûn, her weha herdû endamên desteya giştî ya encumen Yasir Elmiqdad û Ehmed Elzuhbî.
Û civîngeran di pêşî de li ser rewşa tirajîdya ku xelkê sivîl li bajarê Deraa têre derbas dibe bi dorpêçkirina tund û bombebarana ku li ser destê hêzên rijêma tawanbar û milîsên mezhebî yên Îranî pêk tên axivîn, piştî binpêkirina aşkere ji lihevkirina kêmkirina şer ya sala 2018an.
Û amadebûyan bal kişandin ser ku ev tişt piştî ku xelkê Horanê, landika şoreşa Sûrî, nehiştine ku şanoya hilbijartinên serokatiyê li ser xaka wan lidar bikeve hat, û niha jî rijêm wan li ser wê helwestê bi awayekî hovane ceza dike.
Û amadebûyan pesnê pêdariya xelkê Deraa dijî êrîşên hovane yên ku dijî wan pêk tên da, ji ber ku tevî hovîtiya hêzên rijêmê û milîsên mezhebî, xelkê Deraa karîbûn ta niha berxwedanê bike, taku pilanên dijî wan pêk neyên.
Û amadebûyan tekez kirin ku rijêm û Îran û Rûsiya dixwazin ku tevaya Sûriyê ji nû de bikeve di bin kontirola rijêmê de, daku rijêm karibe daxwaza vegera penaberan û nûavakirinê bike.
Û cext kirin ku xelkê Dera netenê li hember rijêmê radiweste, lêbelê ew rûbirûyî hêzên dagîeker ên Îranî li ser sînorê başûrê Sûriyê dibin, ew dagîrkeriya ku cihê metirsiyê ye li ser dewletên ereb ên li derdora Sûriyê.
Û ji hêzên navdewletî û herêmî yê xwedî-bandor xwestin ku operasyona koçberkirinê red bikin, û tekez kirin ku çênabe lihevkirin li ser bingeha koçberkirina kotekî û guhertina demografî û dagerkiriyê pêk were.
Û tekezî li ser pêwîstiya karê saziyên navdewletî di Netewên Yekbûyî de bo pêşkêşkirina keresteyên hawarçûnê û alîkariyên lezgîn bo xelkê Deraa Elbeled kirin, piştî ku bajar 80 rojî hatiye bombebarankirin û dorpêçkirin, û bû sedema wêraniyeke mezin li bajêr nemaze di warê xalên bijîşkî û dibistanan de.
Û di dawiya civatê de, amadebûyan tekezî li ser pêwîstiya pêwendiyan di navbera tevaya partî û hêzên siyasî yên niştimanî de kirin, daku bighêjin Platformeke niştimanî ya giştî ya têkeve xizmeta armancên şoreşê, û bingeha dewleta Sûrî ya demoqrat deynin, yaku gelê Sûrî bi awayekî berdewam bendewarê wê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî