Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Encumena Tirkumanî ya Sûrî li dar xist, û pêre pêşhatên rewşa siyasî û mîkanîzmên pêşxistina têkliyan di navbera partî û şepêlên siyasî ên Sûrî de gengeşe kirin.
Û di hevdîtinê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Hevrêzkarê Ofîsê Ebdellah Gedo û Endamên Ofîsê: Ebdilmejîd Berekat, Farûk Teyfor, Mihemed Elî Îsa, Yehya Mektebî amade bûn, û ji aliyê Encumena Tirkmanî ve, Mihemed Silo, Ebdilnasir Hiso, Elî Toblaca, Elî Milhim, Nezîha Ekdenîz û Feysel Cum’a amade bûn.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Partî û Şepêlên Siyasî Ebdellah Gedo, li ser giringiya karê hevbeş û pêwendiyên li gel tevaya hêz û aliyên siyasî yên niştimanî yên Sûrî bo komkirina wan li dora hêzên şoreş rikberiya Sûrî û dabînkirina alîgirî û piştevaniyê axivî.
Û Serokê Encumena Tirkumanî Mihemed Silo, bi kurtasî Encumena tirkumanî da nasîn û got ku ew di sala 2012an de hatiye damezrandin, li gel damezrandina hejmarek ji partiyên siyasî yên tirkumanî wek: Tevgera Tirkumanî, Kutleya Niştîmanî û Partiya Elnehda, bi armanca ku dengê tirkumenan bighînin gelê Sûriyê û aliyên navdewletî.
Û Silo bal kişand ser ku yek ji armancên herî diyar ên Encumen, rûxandina rijêmê û piştgirêdana bi proseya siyasî ya ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê têde beşdar bibin e, nemaze yên ku bidehên salan ji karê siyasî bêpar mane, her weha kar ji bo veguhastina berve Sûriya yekgirtî bi gel û xaka wê ve.
Û Endamê Encumena Tirkumanaî Ebdulnasir Hiso, amaje bi wê yekê kir ku xebata siyasî ya Tirkumanî beriya şoreşê hebû, lê fişarên ewlkaryê rê nedan ku ev xebat derkeve holê, û got ku di salên heştêyî de hin hewlên xebata siyasî hatin kirin, lê ew tevger zû hatin beravêtîkirin, ji ber ku hejmareke mezin ji kesên çalak bi tuhmeta Ixwan Elmilsimîn hatin girtin, û di sala 1997 de jî helmeta girtinê bi tuhmeta nokeriya ji Tirkiyê re dest pê kiribû.
Ji aliyê xwe ve Sekreterê Desteya Siyasî û endamê Komîteya Partiyan Ebdulmejîd Berekat, tekezî li ser giringiya pêwendiya bi tevgerên şoreşger li Sûriyê re kir, û cext kir ku pêwîste hemû pêkhateyên Hevbendiya Niştimanî bihêz û kartêker bin, û bandoreke wan a rasteqîn li ser kolana Sûriyê hebe.
Û Brekat bal kişand ser derdeseriyên pêkhateya Tirkumanaî ya ku li ser destê rijêma Esed rastî serkutkirinê hatîye, û behsa nebûna jiyana siyasî li Sûriyê kir, û got ku tirkumanan di salên desthilatdariya Esed de ji avakirina komeleyên siyasî û netewî gelek ziyan dîtin, berûvajî nijadên din ên wek Çerkez û Ermenan, ên ku xebata wan a rêxistinî û siyasî tunebû.
Û Hevrêzkarê Ofîsa Partî û Şepêlan Ebdellah Gedo, cextî li ser pirkirina çalakiyan kir, da ji her kesî re nîşan bidin ku hêzên şoreş û opozisyona Sûriyê dê çalak bimînin, û dît ku piroseya asayîkirina têkliyan ji hêla hin dewletan ve bi rijêma Esed re, dê nikaribe bibe asteng li pêşiya berdewamiya têkoşîna me û têkiliyên me bi aliyên navdewletî û herêmî re, yên ku piştgiriya çareseriya navdewletî ji doza Sûriyê dikin, û Hevbendiya Niştimanî dê bi hemû hêzên xwe ve kar li ser kartêkerkirina proseya siyasî û daxwaza cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî