Ofîsa Pêwendiyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane lidar xist, û tê de giringî da du dozên serekî, ew jî nûkirina biryara derbaskirina alîkariyên mirovahî û Kongirê Biroksilê yê dahatî yê ji bo piştgiriya gelê Sûriyê.
Û Endamên Ofîsê tekezî li ser girîngiya nûkirina biryara 2504 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî yên cûrbecûr re kirin, û bal kişandin ser pêwîstiya zêdekirina xaleke pêncemîn ew jî xala Til Ebyed ya gundewarê Reqayê ye, daku gihandina alîkariyan bi awayekî mezintir bo kesên hewcedar li deverê misoger bibe.
Û Endaman amaje kirin ku nûkirina biryarê giring e, ji ber hewcedariya mezin ji derbaskirina alîkariyên mirovahî û bijîşkî re, di rewşa mirovahî û aborî ya djwar de, û hebûna kirîza Vîrosa Korona.
Û endaman hêvîyên xwe anîni ziman ku Rûsiya dijî nûkirina biryarê dernekeve, û pirojeyên biryarên” nemirovahî û siyasî” ji bercewendiya rêjîmê re pêşkêş neke, û diyar kirin ku ger biryar nû nebe dê bibe sedema bobelateke mirovahî ya mezin, jiber pirbûna nişteciyên derbider û koçberan li deverên rizgarkirî.
Û Endaman Kongirê Biroksilê çaremîn yê ku dê li dawiya vê heyvê lidar bikeve gengeşe kirin, û tekezî li ser girîngiya wê di piştevaniya gelê Sûriyê de kirin, û Endaman pesnê helwestên Yekîtiya Ewropa derbarê nerazîbûna wan ji tevlîbûna karê nûavakirinê li Sûriyê heyanî gihandina çareya siyasî ya rasteqîn li gorî biryara 2254 dan, û helwestên Yekîtiya Ewropa jibo nûkirina sizedanên li ser rêjîmê hatine ferzkirin bilind nirxandin.
Û Endaman bal kişandin ku ew sizedanên Yekîtiya Ewropî û Emerîka dijî rêjîmê ferzkirine, bi carekê nêzî alîkariyên mirovahî û bijîşkî yên diginin Sûriyê nabin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî