Ofîsa Revendên Sûrî di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, civînek ji dûr ve di riya entirnêtê re li gel endamên Revenda Sûrî li Danîmarkê lidar xist, û di civînê de hejmarek ji Endamên Hevbendiya Niştimanî amade bûn, û tê de behsa dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî û rewşa penaberên Sûrî li Danîmarkê kirin.
Û herdû aliyan rewşa meydanî li Idlibê û pêwîstiya piştgiriya peymana agirbestê û amedebûnên ji bo parastina sivîlan ji dijminkarî û binpêkirinên ji hêla rijêma Elesed û piştgirên wê çêdibin gengeşe kirin.
Û herdû aliyan derbarê pêwîstiya ku gilî li Danîmarkê û dewletên Ewropî dîtir dijî tewanên cengê yên rijêmê pêkanîne werin pêşkêş kirin axifîn, û behsa girîngiya şopandina kesên tewanên cengê li Sûriyê kirine û misogerkirina cezakirina wan tewankaran di riya amûrên dadgehî li cûrbrcûr dewletan kirin.
Û Endamên Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser karê Desteya Eerokatî û Siyasî bi taybet karê Ofîsa Pêwendiylên Derve û Komîteya Yasayî û Tîma Şopandina Cîbicîkirina Yasaya Qeyser pêşkêş kirin, û tekezî li ser piştgiriya Sûriyan li derve û hundir kirin, her weha xurtkirin û çalakkirina pêwendiyên navdewletî û herêmî bo Hevbendiya Niştimanî, û bikarînana bercewendiyên hevbeş yên dikevin xizmeta armancên şoerşa Sûrî di pêkanîna azadî û rûmetê de.
Û civînê behsa dawîtirîn pêşketinên di pirosesa Danûstandinê de û gera dahatî ya Komîteya Destorî kirin, û hewlên rijêmê di warê astengkirina çareya siyasî de, li hember baweriya xwe bi çareya leşkerî xûner, û herdû aliyan dîtin ku divê çare di riya cîbicîkirina temamî ji biryara 2254 re be, û destpêkirina gengeşekirina tevaya rêçên di biryarê de hatine, ta bighînin avakirina Desteya Hukimdariyê Veguhêz.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Mihemed Yehya Mektebî tekezî li ser girîngiya rola revendên Sûriyê di piştgiriya daxwazên gelê Sûriyê û şoreşa Sûriyê kir, û li ser rola wan ya girîng li dewletên ku lê dijîn li ser asta gelêrî û fermî de axifî, nemaze di avakirina Komeleyên Fişarê yên ku bandoreke wan erênî heye, di çêkirina biryara ku dikeve xizmeta doza me ya rewa.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî