Ofîsa Revendan di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de, civînek ji dûrve li gel revenda Sûrî li Keneda bi amedebûna endamin ji desteya Siyasî û desteya giştî yên Hevbendiyê lidar xist.
Û amadebûyan weke mala mezin ji Sûriyan re, rola civakî ya revendan gengeşe kir, û Hevrêzkarê Ofîsê Mihemed Yehya Mektebî tekezî li ser rola wan ya siyasî û civakî kir, ne wek partiyan, lê wek yaneyin civakî bo têkiliyên giştî, û di riya wan re bandorê li raya giştî û navendên çêkirina biryarê li dewletên mêvandar bikin.
Û Cîgirê Serok Ebdilhekîm Beşar şiroveyek kurt li ser Encûmana Niştimanî ya Kirdî û rola wê di şoreşa Sûriyê de, û pabendiya Encûman bi pirensîp û rêbaza Rikberiya Niştimanî ya Sûrî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî nûnertiya wê dike pêşkêş kir.
Û Endamê Desteya Giştî Ehmed Seyid Yosêf, şiroveyek dirêj li ser zincîra pêşketina pirosesa siyasî, û avakirina Komîteya Destûrî pêşkêş kir, û li ser Desteya Danûstandinan ya Sûrî û pêkhatên wê axivî, û behsa rola astengkar ya rijêma Elesed û retkirina wê ji tevlîbûna pirosesa siyasî re û piştgirêdana wê bi çareya leşkerî kir.
Û Endamê Desteya Siyasî Salim Elmislit, li ser Encûmana Êl û Eşîrên Sûrî û rêxistinkirina wan ta tevlîbûna Hevbendiya Niştimanî axifî, û behsa giringiya rola vê Encûmanê di aştiya civakî li deverên rizgarkirî kir, her weha di yekkirina dengan ya dikeve xizmeta şoreşa gelê Sûrî de, nemaze di dema hewladanên berdewam yên rijêma Elesed û Milîşeyên PYD bo gurkirina fîtneyan li devera Rojhilatê Feratê.
Û ji aliyê xwe ve Endamê Desteya Giştî Hîşam Merwe, şiroveyek pêşkêş kir, li ser rola Hevbendiya Niştimanî di şopandina doza girtî û binçavkiriyên di zîndanên rijêmê de, di riya Komîteya Yasayî û Desteya Niştimanî ya Karûbarê Kesên Girtî û Winda re, ya ku kar ji bo veguhestina doseya girtiyan ji tevaya civakên navdewletî û Komîteyên Lêpirsînên Navdewletî re dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî