Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe îro li pêşiya Desteya Giştî di civatên xola normal a 67an ên niha li dar dikevin de pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Zuhêr Mihemed, li ser mîkanîzmên hevkarî û pişikdariyê di navbera saziyên fermî û saziyên civakî de axivî, û bal kişand ser naveroka hevdîtina ku Ofîsê li gel Menbera Saziyên Civaka Sivîl li Dar Xistiye.
Û rapor li ser giringtirîn ramanên ku di hevdîtinên berê yên Ofîsê de derbarê avakirina hevpariyan, û rola wan di sivikkirina derdeseriyên sûriyan û pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzariyên gengaz de axivî.
Û raporê behsa rola mezin a saziyên civaka sivîl di karê siyasî de wek çavdêr di navbera desthilatê û gel de kir, û bal kişand ser ku civaka sivîl hikumdariyê di navbera herdû aliyan de birêve dibe.
Û Hevrêzkarê Ofîsê çalakiyên wê û civînên ku di heyama berê de li dar xistine nemaze hevdîtina di navbera Ofîsa Saziyên Civaka Sivîl ya Hevbendiyê û Menbera Saziyên Civaka Sivîl de berçav kirin, û xalên ku di wê rûniştinê de hatine beheskirin, û herdû aliyan têde giringî dane karê ku dê di qonaxa dahatî de li ser kar bikin anîn ziman.
Û raporê di temîniyên xwe de tekezî li ser giringiya amadekariyên lidarxistina workşopekê kir, da ku reşnivîsekê amade bikin ku karibe têkliyan di navbera saziyên fermî û sivîl de çarçove bike, da ku her aliyek bi rola xwe di warê ku têde dixebite de rabe.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî