Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Ebdulmejid Berekat, serdana “Rêvebiriya Giştî ya Hînkirina bi Dirêjiya Jiyanê ya Tirkî” li Paytexta Tirkiyê Enqere kir, û hevdîtin bi Rêvebirê Giştî, Yosif Biyok, re pêkanî.
Û di Hevdîtinê de Endamê Desteya Giştî di Hevbendiya Niştimanî de, Kifah Murad, û Endamê Komîteya Şêwirdariyê di Sendîkeya Sûrî ya Giştî a Mamosteyan, Gesan Hemdan, û Rêvebirê Têkliyên Derve di Sendîkeyê de, Hesen Teyfor, beşdar bûn.
Û Ebdulmejid Berekat şiroveyek li ser Hevbendiya Niştimanî û saziyên wê û karê Hevbendiyê yê berevaniya di ber doza gelê Sûrî de, her weha karê Hikûmeta Demkî di rêvebirina deverên rizgarkirî de û şiroveyek li Sendîkeya Sûrî ya Giştî a Mamosteyan û xebatên wê pêşkêş kir.
Û Hesen Teyfor li ser doseya mamosteyên Sûrî li Tirkiyê û pirsgirêkên wan axivî, û hin pirsgirêk û tengasîyên rastî wan tên berçav kirin, û xwest ku rewşa mamosteyên Sûrî yên li vê dawiyê ji kar hatine bidûrxistin temaşe bikin, û daxwaza vegerandina wan bo karên wan kir, her weha rêjeya alîkariya ku ji mamosteyên xwebexş re tête pêşkêşkirin bilind bibe.
Û Gesan Hemdan mijarên mamoste û xwendekarên Sûrî li deverên rizgarkirê yên bakurê Sûriyê û karê mezin yê ku Hikûmeta Tirkî di warê piştgiriya pirosesa hînikirin û perwerdehiyê de pê radibe berçav kir.
Û Tehsîn behsa çakkirina rewşa debara jiyanê li wan deveran kir, daku mamoste karibin bi erkê xwe bi temamî rabin, da sûde bighê xwendekaran û prosesa fêrkirinê.
Û bal kişand ser ku pêwîste rola Sendîkeya Sûrî ya Giştî a Mamosteyan çalak bibe, ji bo ku bi rola hişyarkirina giştî û bilindkirina asta mamosteyan di warê pîşeyî de rabin, û sendoqa hevkariya civakî ava bikin, daku alîkar be di pêşkêşkirina hin alîkarî û piştgiriyê ji mamosteyan re, nemaze di tiştê girêdayî beşdariya di beşek ji lêçûna pêkanîna operasyonên pizîşkî de, û pêşkêşkirina alîkariyên yekser di dema kes dimrê de, an girêbestekê li gel dermansazî û pizîşkan deynin, daku bihayê dermên û çareseriyê ji bo mamosteyan kêm bikin.
Û Kifah Murad xwest ku girîngiyê bidin fêrkirina xwendekarên Sûrî li Tirkiyê û giringiyê bidin zimanê erebî ji bo karibin xwendina xwe berdewam bikin, ger hin jê vegeriyan sûriyê, û wê hin çareserî wek dana dersên zimanê erebî roja şemiyê pêşkêş kirin.
Û Yosif Biyok soz da ku ew dê tevaya pêşniyaran bixwînin, û li gorî hewcedariyan wan çareser bikin, û şiroveyeke hûrgilî li ser xebatên ji aliyê Tirkî ve di xizmetkariyên fêrkirinê li deverên rizgarkirê dibin pêşkêş kir, û li ser hin astengiyên ku bi şev û roj li ser dixebitin daku wan hêsan bikin nemaze di dema nêzîkbûna werzê zivistanê û pêdviyên wî axivî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî