Ofîsa Sendîke û Yekîtiyên ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, rapora karê xwe li pêşiya Desteya Giştî di civatên niha lidarketî de yên xola normal a 59an pêşkêş kir.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilmejîd Berekat, çalakî û karên Ofîsê di herdû heyvên bûrî de bertçav kirin, û got ku ofîs niha beşdariyê di amadekirina kongirê zanistî yê yekemîn li deverên rizgarkirî bi hevkariya Sentera Lêkolînan li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê dike.
Û li ser Hevbendiya Sûrî ya tîmên xwebexiş û destpêşxeriyên civakî axivî, ew hevbendîya weke laşekî hevrêzkarî ye bo çakkirina hevkariyê di navbera tîmên xwebexiş û destpêşxeriyên civakî û komeleyên xwecihî de, bi pileyeke pisporî ya bilind, ku pişikdariyeke çalak li gel dewletên dost û saziyên navdewletî bikin, daku saxlemiya civakê pêk were, û aştî ava bibe.
Û Berekat şiroveyek li ser sendîkeya pisporên yasayî yên lêpirsênê li deverên rizgarkirî yaku daxwaz kiriye ku sendîkeyeke bawerdar be li bal Hevbendiya Niştimanî pêşkêş kir, û bal kişand ser ku Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan kar li ser pergala bingehîm a sendîkeyê dike, da pêşniyarên mîkanîzma sendîkeyên pîşeyî di Hevbendiyê de deyne, û piştî ku ew pêşniyar bidawî bûn, dê ji Desteya Siyasî ya Hevbendiyê re werin pêkêşkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî