Ofîsa Şêwermendiyên Stratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî de, xelekeke gengeşiyê lidar xist, derbarê nexşeya kêşeyan li deverê û bandora tiştên li Mexrib û Lîbiya û Tûnisê dibin li ser rewşa giştî.
Û Serokê Ofîsa Şêwerdariyên Stratîcîk, Ehmed Remedan, bal kişand ku zanebûna ezmûn û guhartinên li deverê diqweimin û rola Mexribê tê de pir girînge, û nemaze ku Mexrib yekemîn civîna ku danepêdan bi Hevbendiya Niştimanî di sala 2012yan de hembêz kiribû, û ew di pêvajoya danûstandinên siyasî ya ku nêzî raya navdewletî ye roleke baş dilîze.
Û ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Hevbendiyê Uqab Yehya, li ser taybetî û rêzdariya Mexribê li ba Sûriyan û dîroka ezmûna siyasî li Mexribê yaku bîrwerên mezin derxistine holê axivî, û daxwaz ji birayên Ereb li Mexribê kir, ku piştgiriya doza Sûriyê li gor daxwazên gelê wê di guhartin û bidestxistina mafên wan jibo azadî û rûmetê berdewam bikin.
Û ji aliyê xwe ve Cîgirê Yekemîn yê Serokê Encûmena Nûneran, Endamê Giştî yê Partiya Eledalê û Eltenmiyê li Mexribê D. Mihemed Yetîm, nexşeya kêşeyan li deverê berşav kir, û li ser helwesta Partiya Eledalê û Eltenmiyê û hêzên siyasî yên din li Mexribê û rewşa siyasî û navdewletî û deverê axivî.
Û bal kişand ku ku mexribê tevî hestên Erbîtî û Îslamî yên hevbeş, sûde ji ezmûnên rojhilatê wergirt, û got ku welatê wan rastî êrîşên dagîrkeran hat, lê dît ku ezmûna dîrokî û sirûştiya dagîrker cuda bû di navbera rojhilat û Mexribê de, jiber ku rojhilat tûşî desaleteke leşkerî hat, di dema ku li Mexribê qeraltî û tevgera niştimanî dijî dagîrker yekrêz bûn, û di dûv re qeraltî çû û hukmê qeraltiya destorî ket şûna wê, û hişt rikber hebin , û rûbirûyî wan derneket, wek ku li rojhilat çêbûye nekirin, lewra hemahengiya em tê de dijîn hat holê.
Û eşkere kir ku welatê wî di piştgiriya doza Sûriyê de berdewam e, û ew bi yekrêziya gelê Sûriyê û yekrêziya hêzên niştimanî yên guhartin xwestine re ye, û got “em dibînin daxwazên gelê Sûryê rewa ne, û gelê me bi hestên xwe pêre ye, rêjîmê sûde ji desttêwerdanên hevalbendên xwe û qelsiya civaka navdewletî di cîbicîkirina biryaran de wergirt” .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî