Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, xelekeke giftûgoyê di riya tora entirnêtê re, derbarê hilbijartinên Emrîka yên dahatî û helwestên berbijaran ji doza Sûriyê lidar xist, her weha bijardeyên şoreşa Sûriyê piştî hilbjartinên heyva çirya paşîn ya dahatî.
Û di xeleka ku bi Rêvebiriya Hevrêzkarê Ofîsa Şêwermendiyên Sitratîcîk Ehmed Remedan lidar ket de, û 60 kes tê de beşdar bûn, di nav wan de Endamên Herdû Desteyên Siyasî û Giştî di Hevbendiya Niştimanî de û hejmarek ji pispor û lêkolîner û çalakvanan jî hebûn.
Û Serokê Encûmana Sûrî Emrîkî D. Zekî Lebabîdî di xelekê de li ser siyaseta Emrîkî derbarê doza Sûriyê axivî, û bal kişand ku siyaseta Waşinton li Sûriyê, nêzî siyaseta wê ye di Rojhilata Navîn de.
Û diyar kir ku ti cudahiyên mezin di nav herdû partiyên sereke de derbarê deverê tune ne, û dît ku lihevkirinên Rûsî û Emrîkî, kilîta çareya siyasî ya rasteqîn e li Sûriyê.
Û beşdaran behsa doseya cezayên Yasaya Qeyser û pêwîstiya berfirehkirina lîsteya cezayan kirin, daku kesayetên Rûsî û Îranî û Libnanî têkevin lîsteya dahatî de, ji ber ev kesayetên ji hersê dewletan hîn li kêleka rijêma Elesed disekinin û piştgiriyê jê re pêşkêş dikin.
Û xelekê bandora hilbijartinên Emrîkî li ser yasaya sizakirinê gengeşe kir, û Lebabîdî eşkere kir ku Yasaya Qeyser ne yasayeke serokatî ye, û pesindkirina wê ji aliyê Kongirêsa Emrîkî ve hatiye kirin, lewra Serokê nû nikare karê wê rawestînê.
Û beşdaran hûrbînî dan ser rola Revenda Sûrî ya li Emrîka di xurtkirina pêwendîya ligel berpirsên Emrîkî, û komkirina piştgiriyê ji doza gelê Sûriyê re, û zelakirina têgehên rasteqîn ên şoreşa Sûriyê di pêkanîna azadî û rûmetê û veguhestina demoqrasî de.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî