Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, di rapora xwe ya mehane û taybet bi şopandina rewşa mafên mirovan li Sûriyê di heyva tebaxa bûrî ya sala 2020an de, anî ziman ku 122 sivîl, 21 zarok û 7 jin di nav wan de hene hatine kuştin, û kadroyekî pizîşkî di nav qurbaniyan de hebû, û rapora saziyê kuştina 13 kesan di bin îşkenceyê de tomar kiriye.
Û rapora ku duh pênşemê derketiye, bal kişand ku heyva bûrî ne kêmtir ji 7 êrîşên dijminkarî li ser navendên sivîlan pêkhatine, yek jê li ser destê milîsên PYD bû, û 6 li ser destê aliyin din bûn, û di nav cihên êrîş li ser hatine kirin, dibistanek û avahiyeke pizîşkî û cihekî olî hebûn.
Û raporê kuştina 25 sivîlên bi sedema bombeyan hatine kuştin tomar kiriye, di nav de 4 zarok hebûn, li hin parêzgehan wek Heleb û Idlibê, û bal kişand ku hêzên desthilat ti karên hêja ji bo pirosesa rakirina wan bombeyan nakin, û ti hewldanên dîtina cihên wan bombeyan tuneye, û cihên bombe lê hene dorpêç nekirine, û hişyariyê derbarê metirsiya wan bombeyan nadin nişteciyên xwecihî.
Û raporê tekez kir ku heyva tebaxa bûrî li ser asta bêtara Covid 19 li tevaya deverên Sûrî meha herî xerab bû, çimkî Wezareta Tenduristiyê ya girêdayî rijêma Elesed ragihand ku 2008 pêketî hene, û meha bûrî mirina 69 kesan ji ber vîros tomar kir, ew serjimara çar caran li hejmara pêketiyên heyva berî wê bû, û rêjeya miriyan ji ber vêros duqat bûne.
Û rapora mafnasî daxwaza rêşûnên zêdetir ji Encûmana Ewlekariyê kir, piştî derketina biryara hejmar 2254, û cextî li ser pêwîstiya rakirina doseya Sûrî bo Dadgeha Cezayên Navdewletî kir, û sizakirina tevaya kesên tevlî tewanên cengê bûne, di nav de rijêma Rûsî piştî ku hate çespandin ku wê tewanên cengê li Sûriyê pêkanîne.
Û Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, ji tevaya ajansên Netewên Yekbûyî yên pispor xwest, ku bêhtir karên xwe li ser asta alîkariyên mirovahî yên xwardinê û yên pizîşkî li deverên ku têde pevçûn rawestiyane bikin, nemaze li kampên awareyan li hundirê Sûriyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî