Ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê di hevdîtinekê de ligel şanderê Holenda bo Sûriyê mîkanîzimên pêşvebirina pêvajoya siyasî ya li Cenêvê ya ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li ser binyatê daxuyaniya Cenêv û biryara 2254 gengeşe kirin.
Di hevdîtinê de ya bi amadebûna serokê Hevbendiyê Ebdulrehman Mistefa çend mijarên din hatin gengeşekirin, wek giringiya peydakirina mîkanîzmeke navdewletî ya dadgehkirina tawanbarên şer û bi taybetên bikarhênerên çekên kêmyayî, û gengeşekirina yasa hejmar 10 û metirsiya wê li ser milk û samanên sivîl û penaberên Sûriyê, û tevlî encûmenên xwecihî yên nû li Afrînê.
Serokê ofîsa têkiliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî Ebdulahed Stêfo tekez kir ku pêwîstiya dabînkirina seqamgeriyê li Sûriyê bi veguhestineke siyasî ya mayînde heye, ya ku tevaya sazî û dezgehên dewletê bi xwe ve bigire, û got: “gelek rastî ji civaka navdewletî ligel borîna demê zelal dibin ku pêvajoya siyasî bê wan rastiyan sernakeve û çareseriya siyasî li Sûriyê peyda nabe, û ew rastî jî herdem daxwazên Hevbendiya Niştimanî her ji destpêka wê bûn û herdem dakokiyê li wan dike”.
Stêfo bal kişand ku sizanekirina tawanbarên şer û yan nebûna mîkanîzmeke rasteqîn ji aliyê NY ya ji bo dadgehkirina binpêkerên biryarên navdewletî, bûye encamê zêdebûna xirabiya rewşa mirovî li Sûriyê, û nîgareniyek mezin li navçeyê bi tevayî peyda kiriye, û cext kir ku ev yek dibe kospekê sereke li pêşiya pêşketina pêvajoya siyasî.
Stêfo daxwaz ji şanderê Holanda kir ku kar bike ligel dewletên din yên dostê gelê Sûriyê û ligel dewletên destûrî yên konseya ewlekariyê ji bo akîtîvkirina pêvajoya û serrastkirina şaşiyên borî, ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya rasteqîn ya têde tirajîdiyên gelê Sûriyê bidawî bibin û daxwazên wê yên ji bo azadiyê û rûmet û demokrasiyê dabîn bibin.
Stêfo hêviyên xwe anîn ziman yên ji bo piştgiriya xelkên neçar yên koçber, û herwiha hêvî xwest ku ji bo wan koçberan, karê danîna pirogramekê navdewletî yê hawarhatina tengaviyan bibe, û bal kişand li ser rewşa wan ya zehmet.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî