Di sê rojên dawî de bi sedan malbatên Efrînê vegeriyan gund û bajarokên xwe, piştî ku xwe ji çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmoqrat PYD û çekdarên rêjîma Esed xilas kirin, li gor ku çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand.
Zeyno nişteciyê bajarê Efrînê ye, ji mere tekez kir ku der dora 50 malbatî vegeryan gundê Sînka, û der dora 200 malbat vegeryan gundê Xirabê , û 100 malbat vegeryan bajarokê Şeran, û 10 malbat vegeryan gundê Qestel Cendo.
Her Wiha Zeyno diyar kir ku piranya xelkê Kefir Cenê vegeryane û hemû xelkê Efrînê dixwazin vegerin lê çekdarên PYD û çekdarên rêjîma Esed rê nadin wan.
Zeyno red kir ku xelkên Êzîdî tên girtin ji ber baweryê olî yan mafên wan tên binpêkirin li Efrînê ji aliyê Artêş Azad ve.
Ji aliyê din ve, Zeyno bal kişand ku di encama teqîna mayinkê de 2 welatiyên sivîl hatin kuştin, yên bi navê Silêman Nebî Hec Xelîl û Osman Hac Xelîl li gndê Axcelê yê bi ser bajarokê Cindirêsê ve.
Tê zanîn ku çekdarên PYD ê bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê wê berî ku derkevin mayin kirine, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xew ji dest dane.
Jêder: Beşê kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê