Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane lidar xist, û hejmarek ji doseyên pêwîst û di serî de pêşhatên pirosesa siyasî û xebatên Komîteya Destûrî û xurtkirina têkliyan li gel dewletên ereb û kêşeya dergehên sînorî yên alîkariyê û doseya sizakirin û lêpirsîn û çekên kîmawî gengeşe kirin.
Û Hevrêzkarê Ofîsê Ebdulehed Istêfo tekezî li ser kûrbûna têkliyên li gel Yekîtiya Ewropa kir, û şiroveyek li ser stratîciya dewletên Yekîtiya Ewropa derbarê Sûriyê û amadekariyên dibin bo kongirê Biroksêl yê dewletên bexişkar pêşkêş kir.
Û Endama Ofîsê Dîma Mûsa pêngavên ku rêvebiriya Emrîka ya nû pê radibe û bandora wan li ser doseya sûriyê berçav kirin, û li ser amadekariyên hevdîtinên dualî ên çaverêkirî li gel aliyê Emrîkî axivî.
Û Endamê Ofîsê Ebdulmejîd Berekat li ser doseya sizayên Yasaya Qeyser û tewanên rijêma Esed di girtîgehan de û bikaranîna çekên kîmawî û doseya lêpirsînê axivî.
Û Endamên Ofîsê behsa têkiliyên bi dewletên Ereb re û doseya balyozxaneya Sûriyê li Dewleta Qeterê gengeşe kirin, û Istêfo tekezî li ser giringiya xurtkirina têkliyan li gel Dewletên Erebî û Komkara Erebî kir.
Û Ofîsê pêşwaziya Endamê Desteya Giştî Fatih Hesûn kir, û Hesûn şiroveyek li ser livên Îranê yên dawîn li Sûriyê û bandorên wê li ser rewşa meydanî û pirosesa siyasî pêşkêş kir, û li ser sînaryoyên texmînkirî di pêşerojê de axivî, û Heson hejmarek ji pêşniyarên divê ku li ser kar bibe daku derbasbûn û destêwerdana Îranî li Sûriyê kêm bibe pêşkêş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî