Serokê Hevbendiyaa Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, serdana navenda Kerîmat li bajarê Kilis yê Tirkiyê bi hevaltiya Cîgira Serok Ruba Hebûş û Endamên Desteya Siyasî D. Bedir Camûs û Mihemed Yehya Mektebî û Yasir Elferhan kir.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî pesnê rola navendê û çalakiyên wê derbarê jinên ku mêrên xwe an malxoyên mala xwe jidest dane da, herweha rola wê di piştgiriya vî beşê civakê û hewldanên wê di rahênankirinaa jinê û şarezakirina wê û tevlîkirina wê di nav civakê de.
Û Elherîrî tekez kir ku jinê di şoreşa Sûriyê de beşdarî kir û wê gelek fedakarî pêşkêş kirin, ji ber ku jinê derdeseriyên mezin bi sedema tewanên rijêmê û piştgirên wê kişandine.
Tê zanîn ku Komeleya Kerîmat komeleyeke xizmetguzarî ya sivîl e, di sala 2014an de li Tirkiyê hate damezrandin, û ofîseke wê ya fermî li bajarê Kilis heye, û armancên navendê xurtkirina jina sûrî ya penaber û piştgirî û parastina mafên jinê ye.
Û Navenda Kerîmat di warê piştevaniya jinê li ser astên civakî û derûnî û zanistî û çandî û pîşeyî de çalakiyan dike, bi armanca xurtkirina şarezayî û behreya jinê, daku karibe mesrefa mala xwe bi dest bixe bêyî ku xwe bispîre ti kesî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî