Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civîna xwe ya rolane di riya odeyeke tilfizyonî girtî re bi amadebûna Cîgirê Serokê Karûbarê Derve Hevrêzkarê Ofîsê Ebdilehed Istêfo û tevaya Endamên Ofîsê lidar xist.
Û Endamên Ofîsê pêşketinên meydanî û siyasî di doseya Sûrî de û encamên serdana ku Şandê Hevbeş yê Hevbendiya Niştimanî û Desteya Danûstandinê ya Sûrî bo Emrîka pê rabûye berçav kirin.
Û kesên amade li ser civata ku di navbera Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li New York ê Meryem Çelebî û Berpisyarê doseya Sûrî di Şandê Emrîka de li Netewên Yekbûyî lidar ketiye axivîn.
Û hevdîtinê giringî da cîbicîkirina tam ji biryara 2254 re, daku bighînin çareya siyasî ya tam li welêt û giringiya berdewamiya kar bi biryara 2585 ya taybet bi derbaskirina alîkariyên mirovahî di riya xalên sînorî re, her weha rola civaka navdewletî di parastina aramiyê û rawestandina operasyonên leşkerî de, ku nehêlin gurkirin peyda bibe, daku pêlên nû yên derbideriyê çênebin, û kêşeya mirovahî kûr nebe.
Û Endamên Ofîsê rewşa tenduristî li deverên rizgarkirî û encamên pêwendiyên li gel aliyên beşdar di dabînkirina veksînên dijî bêtara korona ji nişteciyan re, di çarçoveya helmeta berfireh bo rûbirûbûna vê bêtarê daku nehêln belav bibe gengeşe kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî