Ofîsa Têkliyên derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, civîna xwe ya heftane di riya odeyeke tilfizyonî ya girtî re, lidar xist, û tê de encamên pêwendiyên bi dewletên dost re ji bo dabînkirina pêdviyên bijîşkî yên ku wezareta tendurustiyê ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî hewcedarên wan in, da li hember belavbûna Vîrosa Korona rawestin.
Û Endamên Ofîsê karûbarên xweparastinê yên ku Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Demkî û Rêveberiyên wê û saziyên civaka sivîl pê radibin daku nehêlin vîrosa korona li deverên rizgarkirî belav bibe gengeşe kirin, herweha behsa rewşa avahiyên bijîşkî û navendên tendurustî yên sereke kirin.
Û hemûyan pêşketinên di dema dawî de çêbûne bilind nirxandin, ji ber ku Wezaretê dikarî hejmarek ji kesên gumana pêketina bi Vîros li ser wan hebû kontirol bike, û encamên wan nîgetîf bûn, û karibû hin navendên cudakirina tenduristî dabîn bike, û mal û avahiyên giştî derman bike, û Endamên Ofîsê dîtin ku sedema vê pêşdeçûnê, hevrêziya hemû karînên Wezareta Tendurustî ya Hikûmeta Sûrî ya Demkî û saziyên civaka sivîl û rêveberiyên tendurustî yên Tirkî ye.
Û beşdaran giringî dan berdewamiya danûstendinê bi dewletên dost û rêxistinên navdewletî re, daku haya wan ji pêşveçûnan hebe, û hewcedariyên bingehîn yên pêwîst ji bo domandina helmeta rûborûbûna Vîrosa Korona, û herweha lidarxistina civînên cûrbecûr di riya entirnêtê re bi şanderên dewletan re, ji bo ku dawîtirîn pêşhatên meydanî û pirosesa siyasî gengeşe bikin.
Û hemûyan tekezî li ser girîngiya karê bi zelalî û hişyarî ji bo derbaskirina vê kêşeyê kirin, û cext li ser azadiya bitemamî ji rêxistinên civaka sivîl û saziyên navdewletî û alavên ragîhandinê kirin, daku bi rengekî azad tevaya deverên rizgarkirî bixebitin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî