Rêxistina Lêbûrîna Navdewletî doz li rêjîma Esed kir ku hemû girtiyên siyasî yên di zindan û navendên binçavkirinê û nexweşxaneyên leşkerî de ne, zû serbest bên berdan ji ber mana wan metrsiyê li ser jiyana wan peyda dike.
Rêvebera lêkolînên rojhilata navîn di rêxistina Lêbûrîna Navdewletî de, Lîn Maelûf, got ku egera belavbûna vîrosa Korona covid19 di zindanan û navendên pinçavkirinê de demek kurt de heye, ji ber tunebûna çavdêriya tendurestî û pirbûna kesan di heman deverê de û kêmbûna Avê , lewra pêwîst e di zûtrîn dem de serbest bêne berdan, û bi taybetî girtiyên siyasî û çalakvan û kesên ku bervanî di ber mafê mirovan de dikirin.
Di heman mijarê de Maelûf ragihand ku divê li rewşa hin girtiyên siyasî bê nerîn, bi taybet xwedanên rewşa hestiyar, mîna kesên nexweş û rûsipiyan, û di zûtrîn dem de serbest werin berdan, û bal kişand ser girtiyên din ên bi şêweyekî nerewa hatine binçavkirin, ku bi dehhezaran hene rewşa wan di metrsiyê de ye, ji ber şert û mercên paqijiyê li cem wan peyda nabin, û doseya hêzên ewlehiya rêjîma Sûrî mezine ji aliyê binpêkirinan de, bi taybet rênedana serdana tîmên tenduristiyê ji girtiyan re.
Di dawiyê de Rêvebera lêkolînên rojhilata navîn di rêxistina Lêbûrîna Navdewletî de, Lîn Maelûf, doz kir ku girtiyên siyasî têkevin bin çacdêriya tenduristî , û bal kişan ser ku gelek girtiyan ji ber rewşa xerab û eşkencê di zindanên rêjîmê de jiyana xwe ji dest dane, û divê mîna tewanên li dijî mirovahiyê li wan bê nerîn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî