Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, eqîd Fatih Heson, eşkere kir ku milîsên Iranî çavkaniya herî sereke ne di belavbûna Vîrosa Korona li Sûriyê, û tekez kir ku Iran bi mebest Vîrosa kujer belav dike, û bi hemû şêweyên xwe hewil dide ku wî derdî bighîne hemû deveran di nav de deverên azadkirî.
Û Heson diyar kir ku Iran nexweşên bi Vîros ketine dişîne Sûriyê, da di nexwaşxaneyan nemirin, û pevçûnan de bimrin, û got ku ew tev jî di çarçoveya siyaseta Iranê ya berdewam di wêrankirina Sûriyê de ye, daku bihêle Sûriya lewaz be, ji bo desthilata xwe li ser ferz bike.
Û Heson anî ziman ku agahiyên meydanî yên ji deverên cûrbecûr û eniyên şer tên, tekeziyê li ser hebûna kesên bi vêros rakirine di nav milîsên mezhebî yên îranî de dike, û nemaze li El-bokemal ya gundewarê Dêra Zorê û Heleb û Şamê, û got ku kesên Vîros bi wan re hene bi rengekî normal dikevin nav sivîlan, û ew bû sedema ku Vîros bi rengekî berfireh belav bibe.
Û zelal kir ku yekîniyên leşkerî fermanên Rûsî şopandine, ku pêşniyaz dikin ku hêzên wan ji milîsên Iranî dûr bixin, û nekevin nav wan, ji tirsa veguhastina Vîros û belavbûna wî di nav rêzên hêzên rûsî de.
Û Heson ji hemû welatiyên Sûrî xwest ku ji milîsên Iranî dûr bin, û nekevin nav wan û bi wan re nedin û nestînin, û pabendiyê bi temîniyêm xweparastinê ji vegirtina Vîrosa Korona bikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî