Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, civînek li gel Şandeke Balyozxaneya Almanya ya li Beyrûtê li dar xist, û pêre behsa pêşhatên piroseya siyasî û rêyên piştgirîkirina pirojeyên domdar li deverên rizgarkirî kir, da ku di geşpêdan û çakkirina ketwarê debara jiyanê û xizmetkariyên têde de beşdar bibe.
Û di civînê de Cîgira Serok Dîma Mûsa û Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo û ji aliyê Almanî ve Berpirsê Siyasî yê dosyaya Sûrî di Balyozxaneya Almaniya de li Beyrûtê David Buda amade bûn.
Û Cîgira Serok Dîma Mûsa li ser pêşhatên dosya siyasî û piroseya siyasî û bandora bûyerên navdewletî û pirsgirêkên wê li ser dosya Sûrî axivî, û bal kişand ser pêngavên ku Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî pê radibin û daxwazên wê ku tevaya rêyên di biryara Encûmena Ewlekariyê 2254an de hatine bên livandin, û giringiya ku Şanderê Navnetewî bi erkên xwe rabe, lê bêyî rê bide rijêmê ku piroseya siyasî weke giraw û rehîneyekê bigre, an bihêle ku pêşketina wê girêdayî beşdariya rijêmê be.
Ji aliyê xwe ve Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve Ebdilehed Istêfo li ser çalakiyên Hevbendiyê û hevdîtinên wê yên miştûmir li deverên rizgarkirî li bakurê Sûriyê li gel curbicur beşên civaka Sûrî, bi awayê ku piştgiriya karê Hikûmeta Demkî li bakurê Sûriyê bike û têkeve xizmeta xurtkirina pêwendiyan bi sûriyan re axivî, û Istêfo bal kişand ser giringiya piştgiriya pirojeyên biçûk û pirojeyên domdar li wan deveran, da piştgiriyê bide aboriya xwecihî di rêya afrandina derfetên kar û gerandina çerxa aboriyê bo bilindkirina asta debara jiyanê ji niştecihan re û geşepêdana deverê.
Ji aliyê xwe ve, Berpirsê Siyasî yê dosya Sûrî di Balyozxaneya Almanya de li Beyrûtê David Buda, careka dî tekezî li ser helwestên welatê xwe yên neguhêr derbarê çareya siyasî li Sûriyê li gorî biryara 2254an kir, û pesnê tevgera kartêker ya Hevbendiya Niştimanî li bakurê Sûriyê da.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî