Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî civînek li gel Tîmê Firansî yê Taybet bi doseya Sûrî li baregeha Wezareta Firansî li Parîsê li dar xist, û pêre behsa pêşhatên rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê û êrîşkariya Rûsiya li ser Okranya û bandorên wê li ser doseya Sûrî kir.
Û di civakê de Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî yê Karûbarê Derve, Ebdilehed Istêfo, û Nûnerê Hevbendiyê li Firansa Nor Eldîn Ellebad û Rêvebirê Rêvebiriya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîka di Wezareta Derve ya Firansî de Ann Gigan Dîplomata di Rêveberiyê de Margury Valleray amade bûn.
Û Istêfo şiroveyek li ser siyaseta Hevbendiya Niştimanî û armancên wê yên neguhêr derbarê rijêma Esed pêşkêş kir, û tekezî li ser berdewamiya xebatên li ser tevaya astan bo ruxandina rijêmê û vegera Sûriyê berve rola xwe ya girîng wek welatekî demoqratîk û sivîl û azad bo tevaya xelkê wê kir.
Û herdû aliyan behsa pirojeya Şanderê Navdewletî bo Sûriyê Geir Pedersen ya Gav bi Gavê kirin, û Istêfo bal kişand ser helwestên Hevbendiya Niştimanî yên neguhêr û retkirina çi pirojeyeke ne zelal yaku nakeve berjewendiya sûriyan bi awayekî tam, û got ku Hevbendî pabendiyê bi çareya siyasî li gor biryarên navdewletî yên têkildarî karûbarê Sûriyê dike, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 û pêkanîna veguhastina siyasî ya tam.
Û amadebûyan dijminkariya Rûsiya li ser Okranya û bandora wê li ser siyaseta cîhanî û nemaze doza Sûriyê gengeşe kir, û Istêfo tekezî li ser pêwîstiya guhertina siyaseta dewletên rojavayî derbarê doseya Sûriyê kir, û ku giringiyeke mezin bidin wê dozê çimkê sistbûna danûstandinê li gel Putin li Sûriyê hişt ku êrîşî Okranya bike.
Û amadebûyan birêketina karên Komeleya Geşepêdan û Aştiyê yaku Hevbendiya Niştimanî li Firansa di dema bûrî de damezrandiye gengeşe kirin, û Istêfo giringî da pêwîstiya piştgiriya karên Komeleyê di dema dahatî de.
Û ji aliyê xwe ve Ann Gigan tekez kir ku welatê wî di piştgiriya daxwazên gelê Sûrî de berdewam e, û cext kir ku Parîs hîna li ser helwestên xwe yên neguhêr e derbarê rijêma Esed, û çi pirosesên normalkirina têkliyan bi rijêmê re napejrînê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî