Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, bi gereke meydanî bo baregeha tabûra sêyam a Artêşa Niştimanî Ya Sûrî li bajarê Girê Sipî li gundewarê Reqayê rabû.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Elmislit şiroveyek li ser pêşveçûnên pirosesa siyasî û pêşhatên li ser qada navdewletî û di pêşî de êrîşa Rûsiya li ser Okranya pêşkêş kir, û bal kişand ser ku derfet heye ku guhertin li Sûriyê çêbibe eger vîneke navdewletî ya li hember dijminkariyên Rûsiyê raweste hebe.
Û Elmislit pesnê Artêşa Niştimanî ya Sûrî û bizavên Artêşê di parastina deverê de li hember êrîşên teroristî da, û got ew kar dê bi awayekî erênî li ser rewşa ewlehî û aramiya nişteciyan û piştgiriya pêdariya wan vegere, û nişteciyan bihêz bike, daku deverên xwe bi xwe birêve bibin.
Û Elmislit li ser karê Komîteya Cezîrê û Ferat û girîngiya çakkirina ketwarê jiyana rojane li deverê ji aliyê Komîteyê ve û pêwendî û hevkariya li gel tevaya saziyan û karê li ser bihêzkirina nişteciyên deverê yên resen ku rêvebiriya xwe bi xwe bikin axivî, her weha karê Komîteyê di riswakirina tawanên ku rêxistina PYD ya terorrist dermafê sivîlan pêk tîne de.
Ji aliyê xwe ve Rayedarê Tabûra Sêyemîn li ser karê Artêşa Niştimanî û hevkariya Artêşê li gel tevaya saziyên dîtir ji bo parastina ewlehiyê û vegerandina aramiyê bo deverê û rêxweşkirina rewşa guncaw daku xelk li dever û malên xwe vegerin.
Û tekezî li ser pêwîstiya sûdwergirtina ji rewşa navdewletî ya niha ji bo livandina doseya Sûrî yaku dikeve xizmeta pêkanîna daxwazên şoreşa Sûriyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî