Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi serokatiya Serokê Hevbendiyê Salim Elmislit, serdana baregeha rayedariya navendî ya tevgera saîron ya girêdayî Artêşa Niştimanî Ya Sûrî li serê kaniyê li gundewarê hesekê kir.
Û Şand ji Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û Endamên Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, Mihemed Welî, Mihemed Elî Îsa, Yasir Elferhan, Husên Elebdellah, Ebdellah Elmihemed Elferec, Îbrahîm Serdar Elmilî, Hemîde Elteherî, û Cîgirê Serokê Kombenda Serbixweyên Kurdên Sûrî Redîf Mustefa û Cîgirê Wezîrê Rêvebiriya Xwecihî Seed Şiwêş pêk dihat.
Û Şandê Hevbendiyê bizavên ku tevger pê radibe û pilanên wê di xizmeta deverê de temaşe kir, û Elmislit pesnê destpêşxeriya erênî ya avakirina ofîsa gilyan bo welatiyan da, daku şaştiyan nehêlin û rûyê nimûneyî yê saziya leşkerî a pabendiyê bi parastina xelkê û rûbirûbûna dijimin li ser eniyên şer pêşkêş bikin.
Û Elmislit şiroveyek li ser bizavên Hevbendiya Niştimanî di riya Komîteya Cezîrê û Ferat re bo çakkirina ketwarê jiyanê li deverê û hilanîna tevaya astengiyên ku li pêşiya karê wê dibin rêgir, û pêwendiyên berdewam li gel xelkê deverê û guhdarkirina li daxwaz û hewcedariyên wan pêşkş kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî