Monday, May 5, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî Civînekê ji Dûrve li gel Nûnerên Navdewletî ji Bajarê Ezazê Lidar Xist

November 13, 2020
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendiya Niştimanî Civînekê ji Dûrve li gel Nûnerên Navdewletî ji Bajarê Ezazê Lidar Xist

Ofîsa Têkliyên Derve ya Hevbendia Niştimanî ya Sûrî, li baregeha Hevbendiyê ya li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê, civînek ji dûrve li gel nûner û diplomatên dewletên çalak û xwedanbandor di doseya Sûriyê de û di pêşî de Emerîka û Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê lidar xist, û girîngî da gurkirina leşkerî ya dawîn ji aliyê rijîma Esed û siponserên wê ve li ser Idlibê di dema belavbûna fîrosa korona de, û hewildanên Rûsiya derbarê vegera penaberan.

Û Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, eşkere kir ku hebûna endamên serokatiyê û desteya siyasî û giştî li Ezazê ne di çarçoveya serdanê de tê, lê ew di hundir pilana Hevbendiya Niştimanî de ye daku karê xwe veguhêze deverên rizgarkirî da nêzî sivîlên ku hejmara wan zêdetir ji 5 melyonan e be.

Û Elherîrî sipasîya dewletên piştgiriyê pêşkêş dikin û beşdar in di gihandina alîkariyên mirovahî û hawarçûnê bo hewcedarên li sûriyê kir, û bal kişand ser ku li deverên rizgarkirî 4 milyon derbider û koçber hene, melyon û nîvek jê di kampên bêseruber de dijîn.

Û Elherîrî got ku bi hatina werzê zivistanê re derdeseriyên derbider û koçberan zêde dibin, û berpirsyarî û hewcedarî mezintir dibin, nemaze di dema belavbûna bêtara korona de, û daxwaza pêşkêşkirina pêdviyên zivistanê wek keresteyên germkirinê bo xelkê kampan û çakkirina toreya avrêjê bo rûbirûbûna werzê zivistanê û serma  û seqema wê kir.

Û Elherîrî tekezî li ser pêgirtina Hevbendiya Niştimanî bi cîbicîkirina daxwiyaniya Cinêvê û biryara 2254 û gihîştina çareya siyasî yaku derdeseriyên gelê Sûrê bi dawî bike û hêviyên azadî û rûmetê û demoqratiyê pêk bîne kir.

Û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Enes Elebde, şiroveyek li ser pêşhatên pirosesa siyasî pêşkêş kir, û xema xwe ji ber rewşa jikarêxistinê ya berdewam ji aliyê rijêma Esed û piştgirên wê anî ziman, û bal kişand ser ku Netewên Yekbûyî û dewletên dost û birayên gelê Sûrî ji 2014an de bi heman awayî dixebitin û dighên heman encamê.

Û Elebde tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina bi bijardeyin nû û karê bi awayekî cuda kir, daku  karibin bigihêjin encaminan û jikarêxistina berdewam bidawî bikin, ji bo kar li ser cîbicîkirina daxwiyaniya cinêvê û biryara 2254 bibe.

Û Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî, Ruba Heboş, şiroveyek li ser gurkirina leşkerî ya dawîn ji alêiyê rijêmê û piştgirên wê û binpêkirina wan ji rêkeftina agirbestê re û armanckirina bajarê Idlibê û pêkanîna du komkujiyan li Erîha pêşkêş kir, û cext kir ku tewanên rijêmê û piştgirên wê nîyeta wan a afrandina bihaneyan da êrîşên leşkerî yên nû li ser deverê pêk bînin diyar dike.

Û Endamê Komîteya Penaberan, Ednan Rehmon, rewşa penaberên Sûrî berçav kir, û tekez kir ku vegera penaberan bi cîbicîkirina tam ya biryara 2254 û dabînkirina jîngeheke aram ji wan re girêdayî ye, û tekez kir ku armanc ji lidarxistina kongirê vegera penaberan ji aliylê Wezareta Bergirî ya Rûsî ve, rewakirina tewanbar Beşar Esed di bin perdeya mirovahî de ye.

Û Hevrêzkarê Komîteya Başûr, Mihemed Qedah, li ser rewşa başûrê Sûrîyê tev her sê parêzgehên Deraa û Elsiwêdai û Qinêtira axivî, û tekez kir ku Rûsiya sozên xwe bi cî neanîn derbarê nehêlana derbasbûna milîsên Îranî bo deverê.

Û Nûnerê Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê , Nasir Elmihawiş, amadekariyên xwe ji bo werzê zivistanê û rewşa giştî li deverên rizgarkirî û çawaniya dan û standinê li gel vîrosa korona diyar kir, û bal kişand ser ku xelk ji ber rewşa debara jiyanê ya dijwar bi dabînkirina xwarin û avê berî keresteyên xweparastina ji korona diramin.

Û Wezîrê Tenduristiyê D. Meram Elşêx, bal kişand ser ku karê li deverên rizgarkirî dibin di asta herî nizim de ne, û tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina nexwaşxane û tîmên bizîşkî yên hene û peydakirina amûrên pêşîlêgirtinê û taqîkirinê daku di karê xwe de berdewam bikin kir.

Û Serokê Komîteya Niştimanî ya Karûbarê Girtî û Windayan Yasir Elferhan, li ser girtinên kotekî yên ku ta niha rijêm pê radbe axivî, û şiroveyek li ser rewşa girtiyên di zindana Romiyê ya Libnanî di dema bêtara korona de pêşkêş kir, û tekez kir ku binpêkirinên beloq dermafê wan pêk tên, her weha behsa bikaranîna desthilatên Libnanî ji gefa girtina xwediyên girtiyan û gefa destdirêjiya ser jin an xwîşikên wan li pêşiya çavên wan wek şêweyekî jibo dana agahiyan di bin gefê de di dema lêpirdînê de kir.

Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

ShareTweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Serokê Hevbendiya Niştimanî Pîrozbahiya Nûnerê Emrîkî yê nû bo Doseya Sûriyê Dike û Sipasiya Nûnerê Berê Dike

Serokê Hevbendiya Niştimanî Pîrozbahiya Nûnerê Emrîkî yê nû bo Doseya Sûriyê Dike û Sipasiya Nûnerê Berê Dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.