Serokê Hevbendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî du nameyên ji hev cuda arasteyî nûnerê Emrîkî yê nû bo doseya Sûriyê Joel Rayburn û nûnerê Emrîkî yê berê James Jeffrey kirin.
Û Elherîrî pîrozbahî ji nûnerê nû re pêşkêş kir, û xweşhalia xwe li ser rola serkirdayetiya Emerîka wek hevalbendekî cihê baweriyê bo şoreşa Sûrî û gelê Sûriyê anî ziman.
Û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî pir xwe dispêre pabendiya Waşintin û berdewamiya piştgiriya wê ji gelê Sûrî re di xebatên wî bo azadî û demoqratiyê de, û tekezî li ser girîngiya berdewamiya hevkarî û hevrêziyê bi armanca gihîştina çareya siyasî li Sûriyê û pêkanîna hêviyên gelê Sûrî kir.
Û Elherîrî spasiya xwe ji nûnerê Emrîkî yê berê James Jeffrey re pêşkêş kir, li ser rola wî ya berçav ku alîkarbû di zêdekirina fişarên aborî û siyasî li ser rijêma Esed, di riya cîbicîkirina yasaya Qeyser û cezayên dîtir yên ku rijêm ji jêder û samanên ku bo cenga li ser gel û pêkanîna komkujiyan dermafê gelê Sûrî bikar tine bêpar kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî