Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, nameyek arasteyî Şahê Behrên Hemed Bin Îsa Al Xelîfê bi boneya mirina Serokwezîrê Behrên Mîr Xelîfe Bin Selman Al Xelîfe kir.
Û Elherîrî sersaxiyên gerim ji bo gel û Hikûmeta Qiraltiya Behrên pêşkêş kirin, û lav ji xwedê kir ku rehmetî bi dilovaniya xwe şa bike, û semax û aramiyê bide xizmên wî, û xêr û bereketê li ser Behrên û gelê wê yî bira û herdû umeta Erebî û Îslamî bidomîne.
Û Elherîrî tekezî li ser miqatebûna Hevbendiya Hiştimanî li ser berdewamiya hevrêzî û hevkariyê li gel qiraltiya Behrên kir, ji bo sitandina biryarên dikevin xizmeta dozên herdû gelên bira yên Sûrî û Behrênî.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî