Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Azad Osman, di salvegera komkujiya nexweşxaneya Dar Elşîfa li bajarê Efrînê de, ya ku têde 15 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bidehên sivîlên din birîndar bûn, tekez kir ku parastina sivîlan ji êrîşên bi topxane û rokêtan pêngaveke bingehîn e ber bi peydakirina ewlehî û hêminiyê, û ji bo dabînkirina aramiya berdewam li deverên rizgarkirî pêngaveke pêwîst e.
Û Osman di daxwiyaniyên taybet de îro got ku hejandina çovê dadpirsîna di paşerojê de di ser serê her kesê ku dixwaze jiyana sivîlan têxe bin gefê, herweha tekeziya ji hêla civaka navdewletî ve ku her kesê ku taxên niştecihbûnê armanc bike, dê rastî dadpirsînê were, heye ku beşdariyê di peydakirina ewlehî û aramiyê de bike.
Û Osman got ku hestê xelkê yê berdewam yê texmînkirina ku ew dê rastî êrîşan werin, rê li ber cîbicîkirina pirojeyên geşepêdanê digire, û ew hestê metirsiya berdewam nahêle kesên sermeyandar veberhênê li deverên rizgarkirî bikin, ji tirsa ku projeyên wan werin bombebarankirin û wêrankirin.
Tê zanîn ku berî du salan bajarê Efrînê rastî êrîşan bi mûşekên terorîstan hatibû, jêdera wan êrîşan deverên di bin kontrola hêzên rijêma Esed û milîsên PYDe yên teroristî bû, û taxên niştecihan û nexweşxaneya Dar Elşîfa hatibûn armanckirin, û zêdetir ji 15 sivîlan têde mirin, 2 ji wan kadroyên bijşkî û 2 xebatkarên alîkariyên mirovî bûn, û 43 sivîlên din birîndar bûn, 11 ji wan ji kadroyên tenduristî û 3 jî xwebexşên berevaniya Sivîl ya Sûrî bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî