Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, topbarana nû ya hêzên Esed li ser bajar û bajarokên ewle li gundewarê başûrê Idlibê şermezar kir, û cext kir ku sedema sereke ya van tawanên berdewam ji berî zêdetir ji 12 salan de li dijî Sûriyan, bêkêriya navdewletî di cîbicîkirina biryarên navdewletî û dadpirsîna tawanbarên cengê de ye.
Û hin çalakvanan gotin ku bajarok û gundên Hirş Benîn, Elriweyha, Afis, Meerblit, Elbara û Kansafra li gundewarên başûrê Idlibê, rastî topbarana hêzên Esed hatin, û di encamê de sivîl birîndar bûn, zarok jî di nav wan de hebûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî diyar kir ku rijêma Esed di kuştina sivîlên bêguneh û amanckirina malên wan de ji bo ku wan ji jiyana ewle û aramiyê bêpar bike berdewam e, û ji civaka navdewletî tê xwestin ku ji bo rawestandina komkujiyên dermafê sûriyan yên ku bi dirêjiya van salan pêk tên bilive.
Û Elmislit careke dî tekez kir ku doza sereke li Sûriyê ew e ku gelê Sûriyê li dijî rijêmeke stemkar û serokekî ku tawan dermafê wî pêk anîne serî hildaye, û daxwaza guhertina tam li welêt û veguhastina ber bi qonaxeke nû ya dadmendî û azadî û wekheviyê kir, ya ku têde welatî bi hemû beş û cihêrengên xwe mafên xwe bistînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî