Endamê Desteya Siyasî Ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Bedir Elcamûs dît ku paşguhkirina hêzên hevpeymaniyê ji bangên piştgiriya bilez ji aliyê hevbendiyê ve bo yekîneyên Artêşa Azad, nemaze li Gundewarên Helebê yên Bakurî” Karekî ne famkirî ye û tenê ji berjewendiya Esed re ye”.
Di heman demê de ew agadr û hişyar kirin ji ” Çêbûna boblat û karesatin mirovahî eger hêzên Esed li wan deveran bi pêş ve çûn, û dever dorpêç kirin”. Camûs zêde kir” Ji destpêka êrîşên Hevpeymaniyê ve li ser rêxistina ” Daiş” geşbûnek ji rejîma Esed re çêbû, û dest bi xurtkirina êrîşên xwe yên azmanî û bermîlên teqîner bi ser sivîlan de kir, bêtirî 40 kuştarî bikar pêkanîn, û lezek di rewşa vegerandina deverên di bin destê Artêşa Azad de çêbû, vê yekê baweriya kolana Sûrî bi Hevpeymaniyê û rastiya wê di şerê tirora ku Esed ji çêkirên wê yên sereke di herêmê de ye qels û lawaz kir”.
Endamê desteya Siyasî istratîjiya hevpeymaniyê û awayê rêvebiriya karê wê şermezar kir ” Hiştina welat di bin êrîşên balefirên Esed û bermîlên wî de, û guhdana yek bajarî ” û dît ku ev yek ” Karekî gumanlê ye û ne di riya rast ya armancên hevpeymaniyê yên eşkerekirî di şerê tirorê de ye ” û zêde kir ” Çi pêşveçûn ji hêzên Esed di eniya Helebê de têkçûneke di şerê dijî ” Daiş” li ser dema dirêj e”.
Camûs tekez kir ” Gundewarê Helebê yê Bakurî ji giringtirîn destkeftiyên şoreşê di her sê salên bûrî de ye, hêlana wî niha di van rewşên dijwar de ji bo rûbirû be bi çarenûsa xwe re destjêberdana şoreşê ye, û ezmûneyek dijwar bo her kesên dibêjin em hevalê millet Sûrî ne û piştgirê şoreşê ne, û bi taybetî dewletên hevpeymaniyê, nemaze bi şopandina siyaseta zuhakirina jêderên piştgiriya Artêşa Azad”.
Cîgirê Serokê Hevbendiyê Ebdilhekîm Beşar duh istratîjiya ku Emerîka li Sûriyayê dişopîne rexne kir û got ew ” şaş e” û ” Ji bo şînbûn û geşbûna hembêza gelerî ya ” Daiş” e, û ew yek ji giringtirîn sedemên hêza wê ye”. Beşar aliyê şaşiyê di vê istratîjiyê de diyar kir ” Nevêtina Emirêka pêşkêşkirina çekên hewce ji Artêşa Azad re bo şerê “Daiş” û rejîma Esed, û herweha hewldanên Emirêka bo xistina netewa kurd di riya hindek ji rêxistinan di şerê dijî “Daiş”, ev yek wê dilnexweşiyek mezin li gel netewa Ereb derxe, nemaze kesên belengaz ku wê dest bidin “Daiş” wek bersiveke li ser siyaset Emirêkî “.
Beşar tekez kir” Çaktirîn şêwe bo şerê “Daiş” û kêmkirina desthilatiya wî ya gelerî li Sûriyayê bi pêşkêşkirina çekê hewce bo Artêşa Azad e”. berdevkê bi nave Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit duh ji hêzên Hevpeymaniya Navdewletî xwest” Gavin lezgîn bo parastina Helebê ji dorpêçkirinê û ketina wê di destê hêzên Esed de bikar bînin, û çi kêmasî ji hêla hêzên Hevpeymaniyê ve di parastina sivîlan de û şerê tirorê bi hemû cureyên wê, tê wateya ku rastiya wê li pêş xelkên Sûrî li ber herifandinê ye” Mislit hêzên Hevpeymaniyê hişyar kir ser ” Qelisbûna di alîkariya Artêşa Azad de bo şerê tirora Esed û” Daiş” piştgiriyek rasteqîne bo tirorê û vajî armancên istratîjî ku hêzên hevpeymaniyê ji bo wan hatiye, ku şerê tirorê di serê wan de ye”.
Razgirê giştî yê Hevbendiyê Nesr Elherîrî di daxuiyaniyeke xwe de berî çend rojan matbûna xwe ragihandibû li ser ” Hewldanên berdewam yên hêzên hevpeymaniyê bo daxistina hêzên ne Sûrî bo destwerdan bejî tê de û Artêşa Azad bê piştgirî di birûbûna du diminên dijwar di heman demê de: Rejîma Esed û rêxistian Daiş.”
Jêder: Hevbendî