Şandek ji Hevbendiya Niştimanî Sûrî bi serokatiya Xalid Xoce, û nûnerin ketîbeyên leşkerî ên Ehrar El- şam, û Feyleq El- şam, duh, li Istenbolê bi wezîrê tenduristî yê Libnanî Wail Ebû Fa`ûr yê ku şanderê Partiya Pêşverû ye civiya, her du aliyan awayên çareserkirina bûyerên gundê “Qelb El -loze” li Gundewrê Idlibê gengeşe kirin, ew bûyera di encamê de hejmarek ji xelkên bajarok piştî endamên Cebhet El- Nesra ziyan gihandin wan jiyana xwe jidest dan.
Li ser pêkanîna komîteke hevbeş di navbera hêzên leşkerî û Encumenê Xwecihî de û nûrin ji gundê “Qelb El -Loze” li hev hat kirin. Ew komîte wê çareserkirina çi nakokiyên ku di pêşerojê de çê bibin bike. Herweha nûnerên ketîbeyên di civînê de amade bûn soz dan ku xelkên gund û hemû gundên li gundewarê Idlibê biparêzin ji bo ew bûyer dubare nebe û çi pêkhate ji pêkhatiyên milletê Sûrî neyê armanckirin.
Di civînê de, hat tekezkirin ku bûyera Qelb El – loze bûyerek tekane ye, nûnetiya helwestên Sûriyan nake, di diyarkirina serpêhatiyên vê bûyerê, hat tekezkirin ku ew mirovê Tûnisî yê tawan kiriye, hat girtin, û pêşkêşî dadgehê bû. Herweha komek ji nerîn û ramanê niştimanî derbarê yekîtiya tevna civaka Sûrî û kar bo nepejirandina ziyangihana çi pêkhatiyî ji pêkhatiyên Sûrî diyar kirin.
Xoce di civînê de tekez kir ku Durziyên Sûrî welatiyên Sûrî yên pileya yekê ne, û pêkhatiyek sereke ji pêkhatiyên tevna Sûrî ne. herweha tekez kir ku ewlehî û parastina regeza El- Muwehedîn erkê ketîbeyên Sûrî ye, ji nerîna ku ew jî yek ji pêkhatiyên milletê Sûrî ne.
Xoce wisa jî got, divê bo mana Durziyan li xak û malên wan kar bibe, ji ber ew welatiyên Sûrî yên resen in, û hevwelatiyin xwedî kok in li deverên xwe, û nerazîbûna xwe bo hemû pirojeyên koçkirinê ji bo hemû pêkhatiyên Sûrî anî ziman.
Endamê Desteya Siyasî û Serokê berê ê Hevbendiya Niştimanî Hadî El – Behra li ser nerînên hevbeş ku miletê Sûrî dicivînin tekez kir, û got ew welatek bo hemû Sûryan e, hemû pêkhate û deverên wê perçe nabin, û bazar li ser nabe.
El –Behra parêzgeha El- Siwêda û bajarê wê bi taybet anî ziman, û got Siwêda beşk ji Sûrîye û wê bimîne beşk jê, û birayên me li Siwêda dîrokek wan paqij û temîz di parastina yekîtiya erd û milletê Sûrî de heye, û şoreşa me hemûyan şoreşa azadî, rûmet, û hevwelatîbûnê ye.
El- Behra bangek bo hemû milletê Sûrî û pêkhate û şepolan re şand, tekez kir ku hezkirina me ji welat re misogerkirina rastîn bo mafê hemûyan e, û hemû pêkhatiyên Sûrî zilm û zora rejîma Esed û tawankariya wî û diktatoriya wî dîtine, herweha hewldanên wî yên cedî bo nakokiyan bixe navbera milletê yek welatî de, û şoreşa wan şoreşeke Sûrî giştî ye, bizavê dike ji bo mafê wendayî yê milletê Sûrî vegerîne, û kar bo avakirina welatekî hevgirtî û azad dike.
Jêder: Hevbendî