Bi amadebûna 282 endaman, Encumana Niştimaî ya Kurd kongirê xwe yê sêyemîn roja Sêşemê 16 Hezêranê li bajarê Qamişlo lidar xist.
Di despêkê de reşpelika nerîna siyasî ya Encumanê ji hêla Serokê Encumanê Tahir Sifûk hate xwendin û giftûgoyên berfireh li ser wê hatin kirin, her wiha hin pêşinyar ji hêla beşdaran ve hatin pêşkêşkirin.
Enwer Naso endamê kongir ji malpera me re diyar kir ku piştî tomarkirina pêşinyar û têbîniyan biryara destnîşankirina du komîtan ji bo daraştina nerîna siyasî û sîstema hundirîn hate standin, her komîtek ji neh kesan pêk tê, du kes ji wan parêzerin.
Ji hêleke din ve mijara leşkerî û rewşa darayî hatin paşxistin bo civata Encumana nû Ya ku wê ji 82 kesan pêk were , ji her partiyekê re 3nûner , encumana îzîdiya 3 nûner ,kesên serbixwe 22 nûner 11ji wan ji Cezîrê re û yê din ji Kobanê û Efrîn û Heleb re ,rêxistinên ciwanan 9nûner ,rêxistinên jinan 9nûner , 1 nûner ji werzişvanan , 1nûner bo malbatên şehîdan , 1nûner ji siyasetmedarên kevn re.
Hêjayî gotinê ye ku herdû aliyên Şepêla Pêşeroj wek partiyekê û herdû aliyên partiya Çep jî wek partiyekê di Encuman de hatin pejirandin.
Jêder : Hevbendî