Desteya Siyasî di Hevbendiy Niştimanî Sûrî de biryar da komîteke şopandina rastiyan pêk bîne ji bo li ser bûyerên bajarê Girê Spî û gundên derdorê rawestin, ev yek îroj pêncşembê di civîna Desteya Siyasî de hat.
Hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û nûnerin ji wezareta dadweriyê di Hikûmeta Sûrî a Demkî jî tê de hene, herweha rêxistinin mafnasî ên Kurdî, û rêxistinên Civaka Sivîl, û navendên belgekirina binpêkirinan.
Desteya Siyasî karê komîtê destnîşan kir, ew jî bi hevdîtinên bi penaber û kesên ziyan li wan bûne, ta sedemên penaberiyê, asta xwestina wan bo vegera deverên xwe, û xwendina pêdiviyên misogerkirina vegera wan nas bike.
Herweha komît hat erkdarkirin bi serdana herêma Girê Spî û gundên derdorê, nemaze yên ku hindek penaber dibêjin koçkirin lê bikar hatiye, û hevdîtina bi aliyên aktîv re li deverê û guftugoyan bi wan re derbarê dîtina çareyekê ji pirsgirêkê re hat destnîşankirin.
Desteya Siyasî di civîna xwe de cîbicîkirina biryara desteya giştî bi pêkanîna serkirdeyatiya leşkerî ya bilind li gor madeya 31ê ji sîstema sereke ji Hevbendiyê re, bo nûnertiya hemû ketîbeyên leşkerî ên aktîv misoger bike şopand.
Jêder: Hevbendî