Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê bi rêka bernamê xwe yê siyasî yê hatî pêşkêşkirin bo kongirê siyemîn yê ku li vê dawiyê li bajarê Qamişlo hat lidarxistin pabendbûna xwe bi daxuyaniya Jinêv1 tekez kir, bo danustandinan û damezrandina desteyeka fermanrewiya veguhêz ji sercem pêkhateyên Civaka Sûriyê re bi hemû desthilatdariyan bo bidawîkirina rêjîma diktatorî ya xwînmij bi hemû damudezgehên wê yên ewlehî ve, û herwiha tekezî li ser berdewamiya karkirinê ligel hêzên nîştimanî yên Sûrî kir , ji bo avakirina dewleteka fedral û parlemanî û demokratîk fireayîn û netew û pabend bi peyman û belgenameyên navdewletî û bi piransîpên mafên mirov li ser binyatê hevwelatîbûna wekhev û serweriya yasayê û danpêdana destûrî bi hebûna Gelê Kurd û bi mafên wî yên netewî û niştimanî ligor peyman û belgenameyên navdewletî, herwiha zimanê wî bête pejirandin wek zimanek fermî di welat de li tenişt zimanê Erebî. û pûçkirina sercem siyaset û biryar û rêşûnên awarte yên hatine sepandin li dijî gelê Kurd û jinavbirina bandora wan û vegerandina mafên kesên ziyan gihane wan , û rewş vegere wek dema berî hatina rêjîmên zordest.
Hêjayî gotinê ye ku Encûmena Niştimanî ya Kurd li roja sêşemê 16/06/2015an li ajarê Qamişlo siyemîn kongirê xwe lidar xist bi amadebûna 282 endaman ji partiyan û çalakvan û saziyên serbixwe û jin û tevgerên Ciwanan û êzêdiyan û ji hin partîzanên dêrîn ji navçeyên kurdneşîn, di kongir de ji bilî bernameya siyasî sîstema bingehîn ya Encûmenê û erk û desthilat û komîteyên wê hatin gengeşekirin, û ji bona tevlîkirina pêşniyarên endamên kongir komîteyek hat damezrandin.
Dîsa di kongir de Encûmenek nû ji 82 endaman hat helbijartin ku ji nûnerên partiyan û ciwan û serbixwe û jinan û Ȇzêdiyan û xêzanên Şehîdan ligor rêjeyên rêkeftin li ser wan hebû pêkhat.
Li dawiyê kongir nameyeka sipasî û rêzgirtinê ji Serok “Mesûd Barzanî” re Serokê Herêma Kurdistan li ser piştgirî û alîkariya wî ji doza kurdî re li Sûriyê şand.
Jêder : Hevbendî