Duhî roja pêncşemê 70 dewletan û di nav wan de Beljîka û Holenda li ser nameyekê hat arastekirin ji bo serokê Encûmena Asayîşa Navdewletî emza kirin, têde rêjîma Esed li ser avêtina bermîlên teqîner bi ser navçeyên akinciyan li Sûriyê pirosto kirin, û têde hat ku “gulana 2015an xwînewîtirîn heyv bû di Sûriya de”.
Herwiha nameyê “êrîşên berdewam yên hilîkopterên rêjîma Esed li ser navçeyên qerebalix li Helebê û avêtina bermîlên teqîner şermezar kir ku bûne sedema kuştina bi sedên kesan di heftiyên bûrî de”.
Wan dewletên emza kirine bal kişandin ser ku “divê rêzgirtin li yasaya navdewletî û herwiha gelek biryarên navdewletî yên pêwîst bête girtin, bikaranîna bikoratî ya van çekan mîna bermîlên teqîner qedexe dikin”, hevdem wan dewletan li ser pêwîstiya rawstandina van êrîşên esmanî yên bitewş tekez kirin.
Wan dewletan daxwaza pêwîstiya dîtina çareseriyek Siyasî di Sûriya de kirin, ya ku pêwîst e di “qonaxek veguhêza Siyasî ya rasteqîn de” derbas bibe. û ligor hin dipomatkaran, ku niha Firensa danustandinan dike ligel hevparên xwe yên Encumena Ewlekariyê bo danîna pirojebiryareka yaybet derbarê bermîlên teqîner ji bona zêdekirina guvaşê li ser rêjîma Esed.
Ji aliyê xwe ve berdevkê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit diyar kiribû ku kiryarên rêjîma Esed derheq miletê Sûriyê ji kuştin û eşkencedanê û bikaranîna gelek coreyên çek û teqemeniyan û ji wan yên qedexekirî , her weha kiriyarên qirkirinê di girtîgehan de, tevlî wêrankariya abûrî û ya Civakî di welat de li ser destê hêzên Esed, ku ferz e li ser Civaka Navdewletî yan her aliyekî din ji yên hewla dîtina çareseriyek Siyasî didin, derfetê nedin bo vejînkirina rêjîma Esed carek din bi her şêweyekî yan pêşkêşkirina wî wek hevpar di qonaxa veguhestina welat ber bi rewşa seqamgeriyê ve, ew rewşa ku Esed bi dirêjahiya salên bûrî hewla têkbirina wê netenê di Sûriya de daye lê belê di piraniya dewletên dirawsê de jî.
Hevbendiya Niştimanî dubare tekezî li ser wê yekê kir ku ketwarê tawankariyê yê berdewam yê rêjîma Esed çêkiriye, li ser Civaka Navdewletî ferz kiriye berpirsyaretiya peydakirina parastinek vebir û yekcar bisepîne bi rêka sepandina navçeyek tenah rê li rêjîma Esed bigire, hevdem ligel kişandina danpêdana yasayî bi rêjîma wî ya tawankar û bikuj ya ku nediwêra van tawanên çepal pêk bîne heger ne bawar ba bi bêkêriya Civaka Navdewletî.
Herwiha Hevbendiyê tekez kir ku tawanên berdewam yên rêjîma Esed, lawaziya hêzên rêjîmê diyar dike nemaze piştî serkeftinên berdewam yên şoreşgeran li sercem parêzgehên Sûriyê, herwiha ku armanckirina sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî mîna bermîlên teqîner û gazên kêmyawî, nekarîna wî ya rêvebirina ceng û şeran tekez dike.
Jêder: Hevbendî+ Wekalat