Operasiyona kuştina bi bêbextî û Pêşberkirina kelaxên Şoreşgeran li ser destê milîtanên parastina Gel yên bi ser PYD ve dilgiraniyek li ser asta gelêrî û siyasî di nav rêzên Ereb û Kurdên Sûriyê de çê kir.
ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî Kurdî ev tawankariya kirêt ya ko wijdan hejand pirotesto kir, hem tekez kir ko Kurd û tevgera wan ya siyasî û Şoreşgerî ji evê kirdeya berberî û tawankarî bêrî ne. Hem jî dibîne ko ev karê tawankarî gûrkirina dijminkariyê li dijî Kurdan pir dike û ev ne ji çand û kultura me ye.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de got “Pêşberkirina kelaxan di kolanên niştecihan de bi ewî şêweyê kirêt tawankariyeke li dijî hemû pirinsîpên mirovî û bi amanca çandina tirsê di dilê sivîlan de ye, dako bi yekcarî xwe radestî desthilatê bikin.”
Encûmenê hişyarî da “ko ev tawankarî cudahiyekê dike navbera Kurdan û pêkhatiyên din yên Sûriyê û derbê li hevjiyana hevbeş û aştiya navxweyî li herêmê dide û agirê gelaciyê di navbera Kurd û Ereban de gûrtir dike wek ko Rêjîm dixwaze û pêlan dike.”
Jêder: Hevbendî