Hevbendiya Niştimanî Sûrî sersaxiya malbat û xelkên Şamê û gelê Sûrî kir bi şehîdbûna Pêşewe Riyad Elxerqî Serokê Desteya Şerî’etê li Xûta Şamê, hem lave ji Xweda kir ko bi dilovaniya xwe şad bike.
Berdevkê fermî yê Hevbendiyê Salim Elmislit got: “pênc sal in Şoreşa Sûriyê bi hêza zilamên wek çiya û çalakiya Zanyarên ramandurist berdewam e. Ew yên ko ji cihanê re dilfirehiya Ola Islamê diyar dikin.”
Elmislit bêtir got:”Zanyarên me bi hemû awayan şerê tundrewî û zêdegaviyê û herdu aliyên tiroristiyê, Esed û destçêkera wî Daiş kirine,Ji ber evê jî bi kirdeya xwe ya tawankarî rabûn û ew amanc kirin, û Şêx Riyad simbola şoreşa Sûriyê li Xûta Rojhilat û Serokê Desteya Şerî’etê li Şamê û Gundewarê wê û Endamê Emîndarên Encûmena Islamê ya Sûrî û Endamê Serpereştiya Şoreşa Sûriyê kuştin”.
Hevbendiyê tekez kir ku”Şîna durist ew e ko em li pey rêbaza Şêx Xerqî biçin û şerê tundrewî û zêdegaviyê bikin û li ser rêbaza Şoreşê berdewam bin, heta amancên gelê Sûrî di azadî, rûmet û dadiyê de misoger bibin.”
Doh Sibehê Şêx Riyad Elxerqî şehîd bû, di encama teqîneke berê ko berî 19 rojan endamekî Daişê di civînekê de şêx lê amade bû xwe teqand û Şêx birîndar bibû. Berê jî du caran hewldana kuştina wî kiribûn.
Jêder: Hevbendî