Li devera Xebat ya ku dûrî parêzgeha hewlêrê bi 34 K.m ye, kesayetiya bi navê Mele Elî Kurdî yê tê naskirin bi Mele Eliyê Kelekê di mala xwe de bi pesendnameyekê ji desthilata herêma Kurdistanê nexweşan derman dike.
Her wiha dermangehek ji dermanên taybet yên ji gîhayên siruştî ava kiriye. Mele Elî dibêje nexweşiyên bê çare bi dermanê me çareser dibin, di destnîşankirina nexweşiyan de palê dide ser raporên bijîşk û laboretoran.
Sebriya Mihemed nexweşek ji Kerkûkê ye, nexweşiya wê penceşêra kolon e, dibêje ku bi dermanê mele Elî ew baştir bûye.
Ji hêleke din ve mele Elî li ser penaberên sûrî got ku “penaberên sûrî bi min bihîstine û ez dixwazim bi erkê xwe yê mirovî li hember wan rabim”.
Jêder: Hevbendî – Hîwa can / hewlêr